78emîn Festîvala Fîlman a Cannesê ku li Fransayê hate lidarxistin, bi belavkirina xelatan bi dawî bû.
Serokatiya juriyê ya 78emîn Festîvala Fîlman a Cannesê îsal ji hêla lîstikvana Fransî Juliette Binoche ve hate kirin û xelat gihîştin xwediyên xwe.
Derhênerê Îranî Jafar Panahi bi fîlma "Un Simple Accident" Palmiyeya Zêrîn wergirt. Fîlmê Panahî ji nav 22 filmên ku di pêşbaziyê de bûn weke filmê herî baş hate nirxandin. Film di 10’ê Îlonê de li Fransayê dikeve vizyonê. Derhênerê ku ji zêdetirî 15 salan ve qedexe ye ku ji Îranê derkeve, bi vî awayî xelata herî mezin a festîvalê wergirt. Xelata Panahî ji hêla lîstikvana navdar Cate Blanchett ve hate pêşkêşkirin.
Xelata Derhênerê Herî Serketî ji bo fîlma "L'Agent Secret" ji derhênerê Brezîlyayî Kleber Mendonça Filho re hate dayîn. Xelata Juriyê ji hêla derhênerê Spanyolî Olivier Laxe bi fîlma "Sirat" û derhênera Alman Mascha Schilinski bi fîlma "Sound of Falling" ve hate wergirtin.
Derhênerê Çînî Bi Gan bi filmê xwe yê "Resurrection" Xelata Taybet a Juriyê wergirt. Her wiha Derhênerê Norwêcî Joachim Trier bi fîlma "Valeur Sentimentale" Xelata Mezin wergirt, Xelata Senaryoya Herî Baş jî ji Luc û Jean-Pierre Dardenne re, ku senaryoya fîlma "Jeunes Meres" nivîsandine, hate dayîn.
Lîstikvanê Brezîlyayî Wagner Moura, ku di fîlma "L'Agent Secret" de lîst, Xelata Lîstikvanê Herî Serketî, û Nadia Melliti ya Fransî, ku di fîlma "La Petite Derniere" de lîst, Xelata Lîstikvana Herî Serketî wergirtin.
Xelata Kameraya Zêrîn ji derhênerê Iraqî Hasan Hadi re ji bo fîlma "The President's Cake" hate dayîn, Xelata Kurtefîlmê jî ji derhênerê Filistînî Tawfeek Barhom re ji bo fîlma "I'm Glad You're Dead Now" hate pêşkêşkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN