Karkerên Cannesê di grevê de ne!

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Gulan 2024 - 00:15

Xebatkarên ku di Festîvala Cannesê de dixebitin dan zanîn ku ew dest bi grevê dikin û naxebitin. Festîvala Cannesê ku li dinyayê yek ji festîvala herî mezin û girînge her sal li Fransayê tê lidarxistin. Festîval îsal cara 77’an tê lidarxistin.

Li Fransayê kolektîfeke bi navê “Sous les Ecrans la Deche” (Xizaniya Li Pişt Ekranan) ku gelek endamên wê di Festîvala Cannesê de dixebitin ji bo balê bibin ser şert û mercên xerab ên karkeran dest bi grevê kirin. Kolektîfê da zanîn ku armanca wan bi vê grevê ne ewe ku li hember festîvalê astengiyan derbixin lê ew bi vê yekê dixwazin mafê wan werin mîsogerkirin.

Kolektîfa karkeran sînemayê qederê 100 kesî temsîl dike ku di sektora sînemayê de dixebitin. Hin ji van endaman jî di Festîvala Cannesê de dem bi dem dixebitin û hin ji wan jî peyman îmze kirine da ku domdirêj bixebitin. Teknîsyen û hunermendên ku li Fransayê di warê çandî de dixebitin nikarin ji “sigortaya bêkarî” yê sûd werbigirin. Ji ber vê yekê jî kolektîf biryar daye ku biçe grevê bi vî grevê mafê karkeran bi dest bixe. Lê heta niha rêvebriya festîvalê di vî warî de gavekî erênî navêtiye û bersiv nedaya karkeran.

Festîvala Cannesê her sal li Cote d’Azur tê lidarxistin û her sal bi çalakiyên cuda mohra xwe li sînemayê dixe. Her wiha her sal ji her deverê dinyayê qederê 40 hezar insan beşdarî festîvalê dibin. Festîvala Cannesê ya 77’an ew ê di navbera 14 û 15’ê Gulanê de were lidarxistin. 

CANNES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.