EFRAH ŞEWQÎ / NÛJINHA / PARÎS
Fîlmê “Pasta Serokkomar” ku Hesen Hadî nivîsandiye û derhêneriya wê kiriye, çîroka têkoşînên jinên Iraqî ya di dema dorpêça aborî û salên birçîbûn û xizaniyê di bin desthiladariya Saddam Huseyîn de vedibêje.
Ragihandina encamên Festîvala Fîlman a Cannes a îsal, bertekên berfireh derxist holê. Fîlmê Iraqî "Pasta serokkomar" Xelata Kameraya Zêrîn girt. Dewleta Iraqê cara yekeme xelatekî bi vî rengî digire.
Hunermenda Iraqî Rokiyan El-Wadî di fîlm de rola ‘Lemiya’ ya cîrana keçekê dilîze. Li zozanên başûrê Iraqê bi dapîra xwe re dijî. Keçik hewl dide daxwaza mamosteyê xwe ya çêkirina pasteyek ji bo rojbûna Serok bicîh bîne. Ji ber ku xwendekarên dibistanê di wê demê de neçar bûn ku ji bo pîrozkirina rojbûna Saddam Huseyîn pasta çêkin. Lê xizanî nahêle ku ew hemû pêdiviyên pêwîst peyda bikin, ji ber vê Lemiya hewl dide alîkariya keçikê bike.
Zehmetiyên jinan vedibêje
Lîstikvana jin Rokiyan El-Wadî, derbarê rola xwe û zehmetiyên ku di dema temamkirina kar de pê re rûbirû maye de, wiha dibêje: "Min rola jineke Îraqî ya ducanî û bindest lîst. Ev jin hewl dide pêdiviyên malbata xwe bi deynkirina ji dikandarek bicîh bîne. Ev dikandar jî dixwaze destdirêjiyê li wê bike. Dema ku ew ji bo çêkirina pastekê ji bo zaroka cîrana xwe alîkariyê bi şekir dixwaze, rastî vê yekê tê. Ev jî yek ji bûyerên civakî yên ku jin pê re rûbirû dimînin nîşan dide. Kişandina fîlm, salek û nîv berdewam kir. Tevî zehmetiyan û dijwariyan jî, me hewl da karek baş nîşanî temaşavanan bidin. Fîlm komediya reş û dramaya siyasî da hev kom kir. Ew rastiyek dijwar e, lê divê bê nîşandan da ku bûyerên di wan rojên dijwar de qewimîn, vebêje.”
Jinên Iraqî bi ‘Jinên zêrîn’ pênase dike
Rokiyan El-Wadî derbarê nerîna xwe ya li ser rola xwe de wiha got: "Rola min kurt e lê pir girîng e. Ez rola jineke Iraqî dilîzim ku ji hêla dikandarekî ve destdirêjî lê tê kirin. Ev karakter mexdûrên jin ên Îraqî temsîl dike ku bi şiyana xwe ya derbaskirina rewşên dijwar tên nasîn. Ez jina Îraqî wek 'jina zêrîn' pênase dikim û ew hêjayî vî sernavî ye. Ji ber ku ew di rojên dijwar ên dorpêçê de li alternatîfên herêmî digeriyan û pêdîviyên xwe pêk dianîn.”
‘Huner peyama rastiya jiyanê radighîne’
Rokiyan Ehmed qala zehmetî û dijwariyên ku di kar de pê re rûbirû dimîne kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Zehmetî pir in û carinan ew dibin sedema westandina psîkolojîk a me û xwesteka ku em bi tevahî dev ji kar berdin. Lê hebûna hunermendên payebilind ên ku dixwazin piştgirî û rêberiya me bikin, dibe alîkar ku van zehmetiyan sivik bikin. Min gelek şîret û ezmûn ji hunermendên wek Înaam El-Rebaie, Elaa Huseyin û yên din girtine. Huner hewceyê hewldan, xwendin û çavdêriyê ye. Huner peyameke mezin e ku rastiya jiyanê bi hemû hûrgiliyên wê nîşan dide. Her wiha jiyana gelan belge dike û nifşan ji tiştên ku di demên berê de qewimîne agahdar dike.”