‘Ditirsim herim Tirkiyeyê!’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Gulan 2025 - 00:25

Derhênerê navdar Fatih Akin piştî fîlmê xwe yê nû "Amrun" ku di Festîvala Fîlman a Cannesê de hat nîşandayîn j bo ajansa fransiz AFP'ê axivî. Demek berê menajera bi navê Ayşe Barim li Tirkiyeyê hatibû girtin û ew hê jî girtî ye. Akin li ser vê ji bo ajansê gotiye, "Ew kesek apolitik e û masum e" û wiha dom kiriye, "Ew ji aktîvîstî dûr e. Ew tenê menajerek e, xwediya ajansek e ku kesên jîr hildibijêre û kapîtalîstek neolîberal e. Dibêjin ligel Osman Kavala 39 caran bi telefonê axiviye. Ji bo fîlmê min wê bi Kavala re axiviye. Ji ber ku Kavala ji bo beşek fîlm finanse dikir. Ji ber min axivîn, niha her du jî girtî ne." Derhêner Fatih Akin ji bo hatina Tirkiyeyê jî gotiye, "Ez neçim wir wê baştir be, ez naxwazim vê talûkeyê hilgirim. Derbarê min de biryareke fermî ya girtinê nîn e, lê dîsa jî ez ne bawerim. Tirkiye êdî ji aliyê 'mafyayan'a ve tê bi rê ve birin. Her tişt mimkûn e çêbe."Akinî gotiye hin siyasetmedar ji bo li desthilatdarî bimînin dikarin şer jî derxin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.