Kongreya Meclîsa Gel a Mexmûrê

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:49

Li salona Konferansê bi beşdarbûna 420 delegeyan 3. Kongereya Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 21’ê Sibata 2024’an de hatibû destpê kirin şeş rojan domand bi dawî bû.

Di kongreyê de raporên dû salan yên Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Meclîsa Ciwanan hatin xwendin. Bi wê ve girêdayî nirxandinên kar û xebatên dû salan û ji bo kêmasiyên ku di du salan de derketibûn rexne û rexnedayîn pêşketin. Her wiha Hevpeymana Civakî û pêşnûmebiryar hatin xwendin û di erêkirina delegeyan re hatin derbaskirin. Piştî wê hilbijartinên hevserokên Meclîsê û hevserokên Dîwana Meclîsê hatin kirin.

Di hilbijartinan de Fîlîz Budak û Ehmed Şehbaz wekî hevserokên Meclîsê, Elî Bilehî û Nûdem Yaman jî ji bo Dîwana Meclîsê hatin hilbijartin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axaftina dawî kir. Fîlîz Budak di axaftinên xwe de Kongre li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî delegeyan pîroz kir û got:“Em di pêvajoyek zehmet re derbas dibin, rewşa yekemîn ku em xwe di ber de berpirsyar bibînin, rewşa Rêbertî ye. Ji ber ku em weke wargeh xwedî îdîaya jiyanek alternatîf, jiyanekî nimûne ji bo giştî pergala heyî bidin avakirin û hemû nimûneyên pergalê ji Wargeha Mexmûr derbasî Bakûr, Başur, Rojhilat û Rojava bibe. Pergala ku em didin avakirin em çiqasî xwe di ber de berpirsyar bibînin, em çiqasî bikaribin naveroka wê dagirin em ê ewqasî bikaribin nêzî azadiya fizîkî ya Rêber Apo bibin û sîstema desthilatdar ya heyî hilweşînin. Polîtîkayên valakirina gundan û penaberkirinê yên ku dixwestin li ser esasê civakê bê bingeh û bê ziman bike me weke Wargeha Mexmûr ev polîtîkaya di asta cîhanî de vala derxistiye û zimanê xwe jî heta asta dawî parastiye, me şêweyê jiyanê avakiriye.”

Piştî axaftina girtinê, endamên meclîsa nû ku ji 95 kesan pêktê, sond xwarin û herî dawî kongre bi xwendina encamnameya kongrê bi dawî bû.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.