‘Têkoşîn’a koma muzîkê ya Sarya

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:44

Koma Muzîkê ya Sarya ku bi tevahî ji jinan pêk tê, bi muzîka xwe têkoşîna azadiya jinê didomîne. Kom bi albûma xwe ya nû "Kavga” (Têkoşîn) huner û peyama xwe digihîne girseyeke berfireh a temaşevanan.

Koma Muzîkê ya Sarya ku di cîhana huner û muzîkê de cudahiyê çêdike, di sala 2015’an de hatiye damezrandin û komeke dînamîk e ku tenê ji muzîkjenên jin pêk tê. Ev kom bi muzîka xwe dibe dengê têkoşîna azadiya jinê û hêza hunera rêxistinbûyî derdixe holê. Koma Muzîkê ya Sarya heta niha 5 stran bi navê, "Ez ji nû ve ji dayik bûme", "Jin Jiyan Azadî", "Em Dixwazin Bijîn", "Farz-ı Misal" û "Duş Yolunda" dane danasîn. Ev xebatên ku her yek ji wan dengên jinan bi xurtî radixe holê, îradeya jinan ya ji bo gihandina peyama xwe ji temaşevanan re nîşan dide.

Di rêya têkoşîna şehîdan de

Endamên koma muzîkî ya Sarya ji bo koma xwe ya muzîkê dibêjin; 

“Koma Muzîkê ya Sarya ku hêza xwe ji têkoşîna Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) a ku li Kobanê şehîd bû digire, di sala 2015'an de, di 20'emîn salvegera damezrandina BEKSAV'ê de hat avakirin.  Em jinên BEKSAV’ê ji bo ku hişmendiya jinê û zimanê jinê hebûna xwe di qada çand û hunerê de bidomîne, xebateke cuda dikin. Em Sarya di berhemên hunerî de wek hevrêya rengê jinê û serhildanê dibînin.

Sarya destpêkê bi jinên çepgir, sosyalîst û welatparêz ên ji pêkhateyên cuda hatin cem hev û bi enstrumanên cuda dest bi xebata xwe kir. Me heta îro stranên xwe bi şêwazê xwe li kolanan, li qadên berxwedanê, di 8’ê Adarê, Newroz, 25’ê Mijdarê, çalakiyên jinan û çalakiyên rêxistinî, sendîka û komeleyên girseyî yên demokratîk de pêşkêş kirine. Koma me ji karkerên jin, xwendekar, werger, esnaf û karmendan pêk tê.”

JIN NEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.