Ayfer Duzdaş li sê bajaran konser dide

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:41

Hunermend Ayfer Duzdaş vê hefteyê li sê bajaran konseran pêşkêş dike. Duzdaş 18'ê mehê li Stenbolê, 20'ê mehê li Amedê û 21'ê mehê wê li Batmanê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe.

Konsera Ayfer Duzdaş a Stenbolê 18'ê mehê saet 20.30 de li Kadikoy Halkegitim Merkezî ye.

Konsera li Amedê 20'ê mehê li sehneya Sezai Karakoç Kultur Merkezi (Saet 20:00) û li Batmanê jî saet 19.00'an de li Batman îl Kultur Merkezî ye.

Yên bixwazin dikarin bi ser Biletixê de bilêtan bikirin.

Ayfer Duzdaş piştû ku qeyûm şaredariyan dagir kiribûn li Kurdistanê konser nedabûn û piştî 7 sal derbas bûn şûnde ango bi çûyîna qeyûman re careke din li Kurdistanê derdikeve ser dikê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.