Li Mexmûrê hilbijartin

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:10

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) li heşt navendan hilbijartin hat destpêkirin.

Di vê hilbijartinê de wê hevşaredar û heft endamên encûmena şaredariyê bêne hilbijartin. Ji bo vê jî bîst namzet ji bo encûmeniyê, çar namzet jî ji bo hevşaredariyê ketin pêşbirkê.

Şêniyên wargehê bi kelecanek mezin diherikin ser sindoqan.

Hilbijartin li gorî dema herêmê saet di 08:00 de destpê kir û wê saet di 17:00 de bi dawî bibe. Her wiha piştî ku deng dayîn qediya wê encamên hevşaredar û encûmenan were eşkere kirin.

Li Wargeha serê du salan carekê hilbijartina şaredariyê tê kirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.