Li Mexmûrê Mîhrîcana 4’ê Nîsanê

Çarşem 3 Nîsan 2024 - 00:31

Bi boneya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê ango rojbûna Rêberê Abdullah Ocalan her sal li wargeha penaberan a Mexmûrê Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê tê lidarxistin. Di mîhrîcanê de destpêkê di navbera dibistanên li wargehê de turnuvayên futbolê yên keç û xortan tên lidarxistin. Herwiha pêşangeha wêneyan jî hate lidarxistin. Pêşangeha ku ji aliyê endamên Atolya Şehîd Delîla û xwendekarên dibistanên Seretayî, Navîn û Amedeyî ve hat amedekirin û ji gel re hat pêşkêşkirin. Di pêşangehê de tabloyên ji aliyê endamên Atolya Şehîd Delîla, ji hemû dibistanên di nava wargehê de jî, xwendekar bi helbest, wêne, dariştin, xaniyên ji heriyê, kon û gelek cûrên din yên wêneyan beşdarî pêşangehê bûn. Beşek ji pêşangehê jî ji bo xwendekarên Navenda Hêvî ya dibistana zarokên xwedî pêdawîstiyên taybet hatiye veqetandin. Beriya pêşangeh were vekirin ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştre endama Atolya Şehîd Delîla Şîrîn Kara axivî û got:“Gelê Kurd rojbûnê Rêber Apo ji bo xwe wek vejînek dibîne û bi wê hest û keyfxweşiyê vê rojê pîroz dikin. Ev 3 sal zêdetirin tecrîdek li ser Rêber Apo heye, agahî jê nayê girtin, lê ev li pêşiya dilsoziya me ya bi Rêber Apo re nabe asteng, ew di fikir û hestên me de ye.” Wê pêşangeh heta 4’ê Nîsanê ji gel re vekirî be û piştre pêşbirkên werzîşî yên di navbera dibistanan de li saha futbolê were li darxistin.

NÛJINHA/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.