Xwişk û birayên çand û hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:51

JIYAN PÎRAN / ROJNEWS / MEXMÛR

Rojbîn û Destdar du xwişk û birayên hev in ku xeyalên mezin yên xwe pêş xistin û parastina çand û hunera Kurdî kirine bingehê jiyana xwe û bang li tevahî zarok û jinên ciwan dikin ku di aliyê hunerê de xwe pêşbixin.

Du zarok, du heval, du xwişk û bira, Rojbîn û Destdar soza parastina çand û hunera Kurdî dane. Rojbîn û Destdar xeyalên mezin yên pêşxistin û parastina çand û hunera Kurdî kirine bingehê jiyana xwe. Li ser vî bingehî di hemû xebatên çand û hunerê de xwe perwerde dikin û hewldidin di hemû aliyên çand û hunerê de xwe pêşbixin. Têkildarî vê mijarê Rojbîn û Destdar axivîn.

Di koma ‘jîn im jiyan im’ de cih digirin

Rojbîn Otun di destpêka axaftina xwe de behsa dema destpêkirina nivîsandina helbestan kir û got: “Min di 6 saliya xwe de dest bi hunerê kir, malbata min jî bi min re bûn alikar. Dema min kesên di aliyê hunerê de xwe pêşdixistin didît, gelek bala min dikişandin. Dema di sala 2016’an de şahadeta her du mamên min hat îlan kirin, min dest bi nivîsandina helbestan kir. Min di sala 2018’an de li Saziya Çand û Hunerê ya Mexmûrê de dest bi xebatên şano û dîlanê kir. Min demekê navberek da xebatên xwe, dema birayê min dest bi xebatên Stêra Zêrîn kir, ez jê bandor bûm û min jî dest bi wê xebatê kir. Li Stêra Zêrîn min perwerda gitarê dît. Ez û birayê xwe di koma Stêra Zêrîn ya bi navê ‘Jînim Jiyan im’ de cih digirin. Em wek kom di hemû şahî û çalakiyên li wargehê pêktên de cih digirin.”

Em ne xwişk û bira lê heval in

Rojbîn di berdewamiya axaftina xwe de qala xweşiya hestên bi birayên xwe re jiyan dike kir û wiha pê de çû: “Ez û birayê xwe em di heman komê de cih digirin. Em niha li gel hev li amûrên rîtmê didin. Dema em tên saziyê em ne wek xwişk û bira, em wek hevalên hev in. Gelek caran em şerê hev dikin lê cardin em gelek ji hev hes dikin. Dema em bi hevre stranekê dibêjin nexweşiyên me hemû ji bîra me diçin, ev hestekî gelek xweş e. Pir caran ji ber ku fikirê me gelek aliyan de nabe yek. Lê carna em stranekê yan karekî din de li gel hev dikin. Birayê min perwerda temburê dîtiye ew perwerdeya temburê dide min, ez ya gitarê didim wî. Yanî em hevdu fêr dikin.”

Hunerê bikin mertala parastinê

Destdar Otûn jî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku di sala 2016’an de ji ber zilma dewleta Tirk ya dagirker penaberî Wargeha Mexmûrê bûne û wiha pê de çû: “Em di sala 2016’an de ji ber zilma dewleta Tirk penaberî wargeha Mexmûrê bûne. Derdor û malbatê ji dengê min hes dikirin li ser vê yekê di sala 2019’an de min dest bi xebatên çand û hunerê kir. Ez niha endamek yê koma ‘Jînim Jiyan im’ ya Stêra zêrîn im. Gelek caran bi navê vê komê me helbest, govend, stran û şano di şahiyên wargehê de li ser dikê pêşkêş kiriye. Dema Rojbînê Gitar lêdixist bala min jî dikêşa û min ji di dewreya dûyem ya perwerdê de xwest xwe di aliyê Temur û Erbanê de perwerde bikim. Ez bang li tevahî zarokên gelê Kurd dikim ku di aliyê çandê de xwe pêş bixin û li hemberî êrişên heyî hunera xwe bikin mertalek ya parastinê. Hestekî gelek xweş e ku mirov li gel xwişka xwe di xebatekê de cih bigire. Ez dixwazim bibim hozanek navdar yê gelê Kurd û gelê Kurd bi hunera xwe bidim nasîn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.