Kesek nikare roja me tarî bike

În 16 Sibat 2024 - 00:59

Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji heft salî heta heftê salî meşek lidarxistin. Xelkê wargehê hemû bi al û posterên Rêber Abdullah Ocalan, bi yek dengî dirûşmeyên ‘Kesek nikare roja me tarî bike’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ û ‘Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok’ bilind dikin. Piştî meşê derbarê rojê de li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê, ji aliyê Bêwar Unver ve daxuyaniyek hat dayîn.

Dai daxuyaniyê de wiha hate gotin.’’Em îro dîbînin pergala modernîteya kapîtalîst li cîhanê sîstemek wisa daye avakirin ku gelan dixe nava şer û pevçûnan. Îro em dibînin şerê li Filistîn, Iraq û Sûriyeyê didome encama pergala wan e. Lê belê fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn reçeteya çareseriyê ye. Em di 25’emîn salvegera komployê de ji bo rêberê xwe Rêber Apo ku îro bûye rêberek gerdûnî divê êdî bi fizîkî azad bikin. Di pêşengiya dîlên Kurdistanê de li girtîgehên Bakurê Kurdistanê çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin, li welat û derveyî welat meşên azadiyê hatine destpêkirin. Ev yek jî dide diyarkirin ku wê gelê Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û wê tu hêvî û bendewariyên xwe ji sazî û rêxistinên qaşo yên mafê mirovane nebe û çarenûsa xwe bi destê wan ve nehêle. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd wê têkoşînê bilind bikin û em ê bi têkoşîna xwe azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ bidawî bû.

NÛJINHA/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.