Bi firçe û resmên xwe diaxive

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:39

Zehra El Bidêwî (31) ji bajarê Reqayê di nava malbeteke ji 9 zarokan pêk tê de kerr û lal hatiye dinê, ev jî wê ji xwişk û birayên wê cuda dike.

Berê, ku mirov zimanan biafirîne, mirovan hewl da bi gelek rêbazan wek îşaret û wênesaziyê danûstandinê bi derdora xwe re bike.

Ev rêbaz heta niha jî didomin. Zehra zimanekî din ku bikare hestên xwe derxîne cîhana derve bi rêbazin cuda geriya yek ji wan rêbazan jî firçeya wê ye ku êdî bûye şûna zimanê wê.

Di huner de bi ser ket

Piştî qonaxa navînî ya dibistanê Zehra ji ber adet û kevneperestiya ji xwendinê hat dûrxistin. Lê belê israra wê bi dawî nebû û wê dest bi fêrbûna nivîsandin û wênesaziyê kir. Zehra ku nikarîbû bi hêsanî bi derdora xwe re danûstandin bikira, di 4 saliya xwe de behreya wênesaziyê di xwe vedît û xwe tê de pêş xist. Zehra li kêleka wênesaziyê zimanê nîşankirinê jî dizanîbû. Ji ber dayika Zehra her tim li gel bû di jiyanê de, Zehra serkeftî bû. Zehra xwe di hunerê de pêş xist û kedek mezin ji bo derbirîna hest û xewnên xwe bi rêya firçe û rengan, da.

Zehra di navenda Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê de dixebite û bi rêya tabloyên xwe êşên şêniyên herêmê ên di dema kontrolkorona çeteyên DAIŞ'ê de vedibêje û berxwedana gel a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nîşan didide.

Zêdetirî 200 tablo çêkirine

Zehra bi tabloyên xwe serbilindiya xwe bi şoreşa civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide û reseniya dîroka Sûriyeyê û destanên wê berz dike. Zehra zêdetirî 200 tabloyên li ser çand, dîrok, civak û jinan çêkirine û gelek caran beşdarê mîhrîcanên çandî bûne. Tabloyên wê jî bêpere ne ji ber ku armanca wê gihandina afirîneriyê ye, ne pere ne.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.