Li Silêmanî pêşangeha Enfalê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Nîsan 2024 - 00:21

Li salona Tewar a Silêmaniyê ji aliyê Yekitiya Jinên Kurdistanê ve bi armanca salvegera enfalê ya 36’an pêşangeheke wêneyan ji bo hunermend Cewher Kanî Hencîrî vekir.

Berpirsa Sekreteriya Yekitiya Jinên Kurdistanê Seyran Mihemed têkildarî vekirina pêşangehê axivî û got: “Îro me pêşangehek wêneyan ji bo Cewher Kanî Hencîreyî ku bi xwe ji Enfalê rizgar bûye, vekir. Armanca vekirina vê pêşangehê nîşandana êş û zehmetiyên wan kesanin ku ji enfalê rizgarbûne û piştî derbasbûna 36 salan hîna jî rondikên çavên wan têne xwarê.”

Seyran Mihemed diyarkir ku di pêşangehê de 36 wêneyên Cewher Kanî Hencîrî hatine nîşandan û hemû wêne jî êşa enfalkiryan nîşan didin. Cewher Kanî Hencîrî jî li ser vekirina pêşangehê got: “Armanca vekirina vê pêşangehê ya ji aliyê Yekitiya Jinan ve ji ber wê çendê ye ku para herî zêde ya vê karesatê ber jinan ketiye. Me 36 wêne bi qasî salvegera Enfalê nîşandan.” Cewher Kanî Hencîrî da zanîn ku heta cenazeyên kesên hatine enfalkirin neyên vegerandina ser cih û warên wan, wê ev êşa kesûkarên wan berdewam bike û got: “Daxwazê ji aliyên peywendîdar dikim ku ji bo vegerandina cenazeyên enfalkiryan bixebitin.”

Karesata Enfalê yek ji karesatên herî hovane yên rejîma Baas bû, di sala 1988’an de rejîma Baas li beramberî gelê Kurd yê li Başûrê Kurdistanê pêkanî. Karesata Enfalê di şeş qonaxan de pêk hat.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.