Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de li wargeha penaberan a Mexmûrê ji aliyê Tevgera TEV-Çand û Stêra Zêrîn ve ji bo semtên 1 û 2 li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şano hat pêşkêş kirin.
Şano bi beşdarbûna çalakvan û şêniyên wargehê li Saziya Ciwanan hat nîşandan. Di şanoyê de jiyan û têkoşîna jinên Xwedawend ku heta roja îro hatine, her wiha berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna jinan a ji bo azadiyê hatin nirxandin.
Hêjayî gotinê ye ku wê heman şano ji bo her du semtên din werin nîşandan.
NÛJINHA/MEXMÛR