Herî zêde ji ‘moliye’ û ‘etaba’ hez dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Nîsan 2024 - 00:25

Reid El Fadil sala 1990'an li bajarê Reqayê ji dayîk bûye û li ser huner, zanist û parastina çand û şaristaniya civaka bajêr mezin bûye. Li ser daxwaza dayîka xwe beşa teknolojiyê xwendiye lê belê tu carî hezkirina wî ya helbestan kêm nebûye.

El Fadil di temenekî piçûk de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Bi coşeke mezin peyv û beytên helbestan hûnandiye û di helbestên xwe de balê dikişîne dikişand ser aliyên jiyanê û kultûra çandî ya herêmê.

Peyv û gotinên di dawet û şahiyan de dihatin gotin ezber dikirin û bi guhdarkirina dengbêjên li Reqayê re, fêrî nivîsdandina helbestan dibe û dest bi nivîsandina berhemên xwe dike. Reid El Fadil herî zêde ji moliye û etaba hez dike. Ev herdu şêwe li herêma geliyê Firatê navdar in û nasnameya çandî û civakî ya Reqayê vedibêjin. Tecrûbeyên jiyanê, çanda xwecih û evînê rave dikin.

Îlhamê ji parêznameyan digirim

Der barê helbestên xwe yên li ser dozên civakî de El Fadil got: "Peyvên di parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan de bi taybetî sosyolojiya azadiyê xeyaleke rastîn vedibêjin. Ez dikarim di navbera bedewiya helbestan û analîza civakî de hevsengiyê çêkim. Ez îlhamê ji wan parêznameyan digirim. Di parêznameyan de, azadî weke têgeheke civakî ku sînorên cografî û dem derbas dike, hatiye pênasekirin."

Gelek helbestên wî bûn stran

Di kirîza Sûriyeyê de û ji ber bûyeran El Fadil berê xwe da nivîsandina helbestên niştîmanî û yên civakî ku banga hevgirtina civakê tê de dikir. El Fadil di navbera teknolojiyê û helbestê de girêdanek afirandiye û bûye sembola afirîneriyê. Li ser jiyan û evînê nivîsand û ji kesên din re bû jêdera îlhamê. Heta îro jî helbestên xwe yên tijî ruhê berxwedanê, têkoşîn û hêviyê dinivîsîne. Gelek helbestên El Fadil bûn stran û di çalakiyan û şahiyan de hatin gotin mîna "Heyû QSD (QSD silav bikin), Nado QSD (banga QSD bikin).

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.