Xweşiya dengê ‘guzheng’ê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Tebax 2022 - 22:00

  • Mixabin arşîveke me ye baş tine ye û ji xwe hafizeya me jî li ser hemanan e. Ji lewre divê em hafizeya xwe nû bikin û ji bo komkujiyên li ser civaka xwe ji bîr nekin, li belgeyên wiha temaşe bikin û baş têbigihîjin ku dijminên me çi bi serê me de anîne û em çawa qir kirine.

XASÊ CÛNÊ

Muzîkjen, Moyun a ji Hong Kongê, bi awayekî profesyonel amûra muzîkê “guzheng”ê dijene. Ev amûra muzîkê, amûreke gelekî kevnar e û kêm kes dikarin vê amûrê bijenin. Yek ji nîşaneyên rêûresmên Çînê ye ev amûr û bingehê wê heta Beriya Mîladê 6 hezar salan diçe. Lê Moyun, vê amûra kevnar bi stranên nû şirove dike û dike ku xelk ji vê amûrê hez bikin û bala wan bikişîne. Dengekî wê yê melodîk û xweş heye. Moyun vîdeoyên ku hazir dike li ser platforma Youtube ya bi navê “Bilibili” ku platformeke Çînî ya navdar e, parve dike. Wê heya niha gelek stranên navdar ên bi “guzheng”a xwe şirove kirine. Her wiha wê herî dawî jî strana ku weke sirûdekê jî tê zanîn ya koma navdar “AC/DC” ya bi navê “Thunderstruck” şirove kiriye û parve kiriye. Bi dengê guzhenga Moyun, ev stran ezamettir bûye û şiroveyeke cûda derketiye holê.

Li gel dengê vê amûra kevnar teknîka wê ya xebitandinê jî gelek zehmet, tevlihev û têra xwe xerîb e. Ji bo meriv karibe wê bixebitîne û jê dengan derbixe, pisporiyekê divê. Moyun bi tiliyên xwe yên terr yên ku li ser vê amûrê weke avê diherikin şarezabûna xwe ya di warê vê amûrê de baş nîşan dide. Pirr bi lez û bi hasasiyeteke bilind karê xwe dike. Ji lewre, ew dikare bi gelek awayan ji vê amûrê deng derbixe û tenê ji têlan sûdê wernagire, wekî din ew ji parçeyên wê yên darîn jî dengan derdixe û bi vî awayî ahengeke xweştir ava dike. Moyun, beriya “cover”a (şirovekirina cûda ya stranan) stranekê çêke, ji bo karibe bi guzhengê şirove bike, ew notayan hazir dike û li gorî van notayan stranê şirove dike. Her ku pratîk dike, strana ku ji nû ve şirove dike, bêhtir lihev tîne.

‘Her dengî qebûl nake’

Moyun derbarê zehmetiyên amûra guzhengê de dibêje, amûrên Çînê yên muzîkê pirr zehmet in û meriv nikare dengan hemûyan bi wan derbixe û wiha pê de diçe, “Guzheng wek basê ye. Meriv nikare bi vê amûrê gelek varyasyonan biafirîne, ji lewre pirr zehmet e. Stranên ku ez şirove dikim, ango stranên populer ji stranên ku di çanda Çînîyan de cih girtine, cûda ne. Lê ez li ser van stranan gelekî disekinim û lê dikolim bê ka çawa dikarim van stranan bi vê amûrê şirove bikim û li hev bînim. Ez bi guzhengê nikarim notayan hemûyan derbixim, ji lewma jî li gorî gamayên guzhengê mecbûr im hin tiştan bibînim û bi teknîkeke rast tevbigerim. Lê dîsa jî heta ji min tê, ez ji akorên resen dûr nakevim. Hîseke li gorî guzhengê diafirînim.”

‘Çanda Çînî çandeke razber e’

Moyun bi van xebatên xwe û vîdeoyên ku hazir dike, dixwaze xelk amûrên kevn ên muzîkê binase. Her wiha ew dixwaze hin klîşeyên ku derbarên amûrên muzîkê yên Çînê de tên zanîn jî berevajî bike. Moyun ji bo vê yekê jî dibêje, “Çanda Çînê çandeke razber e, bi rastî jî meriv nikarin xwe zû bi zû bigihînin rehên wê. Ez bi van stranan vî karî hinekî hêsantir dikim û bi saya stranên populer ên li dinyayê tên zanîn, dixwazim ev çand were naskirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.