Helbestvan, muzîsyen û bestekar Nick Cave ku li hemû dinyayê tê naskirin di derbarê “hişê çêkirî” de axivî û da zanîn ku tesîreke ne baş li ser muzîk û hunerê çêdike. Nick Cave bernameya bi navê “Suno” ya ku bi hişê çêkirî muzîk çêdike jî rexne kir û got ku muzîka bi hişê çêkirî tê çêkirin bê “ruh” e. Her wiha berhemên bi vî rengî weke berhemên ji rêzî jî bi nav kir.
Nick Cave beriya niha jî bernameya ChatGPT’yê rexne kiribû û gotibû “kopyayeke ne serketî” ye. Hin stranên ku bi bernameyên hazir hatine hazirkirin jî “tirtovirto” bi nav kiribû.
Nick Ceve di hevpyevîna xwe ya dawî de di derbarê van meseleyan de dîsa axivî û got; “Bi vî awayî muzîkê kêm dikin. Bi gelemperî di derbarê dinyayê de xweşbîn im lê tesîra ne baş ya hişê çêkirî morale min xera dike. Wisa tê xuyanê ku em ê li hewldana hunerî qet nefikirin û tiştên hazir ku didin destê me qebûl bikin. Di vir de armanc ewe ku ji afirîneriya hunerî birevin û muzîkê bi awayîk meta bibînin. Ev yek jî nîşan dide ku em însan ber bi ku ve diçin û nêzîkatiya mi ye di derbarê tiştan de çiye. Ez ji van tiştan pirr aciz im.”
NAVENDA NÛÇEYAN