Pêşangeha "How Many Roads", ku li ser salên folk ên tijî protestoyê yên Bob Dylan disekine, di navbera 25’ê Tebaxê û 15’ê Cotmehê de li Galeriya NYU Gallatin deriyê xwe ji bîneran re vedike. Pêşangeh, bi belgeyên arşîvê, wêneyên kêm hatine parvekirin û fîlmên belgefîlm re, tîne bîra me bê ka muzîk çawa bûye rengekî berxwedanê yê kolektîf.
Hin stran hene, ji kêliya ku hatine nivîsandin ve ne tenê serdemekê, lê wijdana hevpar a mirovahiyê jî tomar dikin. Stranên folk ên ku Bob Dylan di destpêka salên 1960’î de nivîsandibû, tam jî hilgirên vê bîranînê bûn. Dema ku wî dipirsî, “How many roads must a man walk down…” (Divê mirov ji çend rêyan bibihure…) bersiv jixwe diyar bû ji lewma gelek rê hebûn ku hîna kes li ser van rêyan nemeşiyabû.
Niha ew stran vedigerin cihê ku lê ji dayik bûne; Greenwich Village. Pêşangeha How Many Roads: Bob Dylan and His Changing Times, 1961–1964, ku li Galeriyên Gallatin ên Zanîngeha New Yorkê tê vekirin, hişyariya siyasî ya muzîkjen di salên wî yên destpêkê de, têkiliya wî bi têkoşîna mafên sivîl re û zimanê serhildanê yê muzîka folk ku bi hev re tevlihev bûye, dîsa ronî dike. Pêşangeh, ku ji Navenda Bob Dylan a li Oklahoma dest pê dike, bi belgeyên arşîvê, wêne, vîdyoyên kêm û neh belgefîlmên kurt, temaşevanan vedixwîne ku guh bidin banga yekem a serhildanê ya Dylan.
Salên ku muzîk bû berxwedan
Stranên Dylan ên vê serdemê ne tenê avahiyeke melodîk bûn, lê şahidî bûn. Kuştina Emmett Till bi lînçkirinê, kuştina Medgar Evers, çîroka Hattie Carroll… Ev hemû bi gotinên Dylan re dîsa deng vedan. Masters of War hêrseke li dijî baronên şer bû, A Hard Rain’s A-Gonna Fall jî di bin metirsiya nukleerî de bangeke hîsî bû. Lê bi taybetî Blowin’ in the Wind û The Times They Are A-Changin’, bûn helbesta berxwedaneke kolektîf.
Pêşangeha ku li Galeriyên Gallatin hatî vekirin, bi berhemên Dylan ên di navbera salên 1961-1964’an de, nexşeya wijdanî ya serdemekê derdixe holê. Arşîvên ku ji Navenda Bob Dylan a li Oklahoma hatine anîn; destnivîs, wêneyên li pişt sehnê, belgeyên derbarê tevgerên protestoyê yên wê demê û neh belgefîlmên kurt bi hev re têne pêşkêşkirin. Di pêşangehê de, ji kampanyaya qeydkirina dengderan a Greenwood a sala 1963’yan heta Meşa dîrokî ya Washingtonê, ji performansa wî ya yekem li Festîvala Folk a Newportê heta gelek materyalên kêm bi hev re hatine komkirin. Têkiliya wî bi navên wekî Joan Baez, Pete Seeger û Theodore Bikel re, ruhê kolektîf ê Dylan di qada folkê de diyar dike. Pêşangeh ne tenê çîroka hunermendekî, lê her wiha lêgerîna wê yekê ye ku muzîk çawa bûye rengekî çalakiyê.
NAVENDA NÛÇEYAN