
Komîna Şano bi navê "Em lêborînê dixwazin...em nizanim wê çi bibe” li ser dika şanoyê ya Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) ya Qamişloyê şanoyek pêşan da. Di şanoyê de rewşenbîr, kesên eleqeyê didin çandê, hejmarek ji şênî û ciwanan amade bûn.
Pêşandana ku ji deqeke nivîskarê Fransî Eugène Ionesco hatiye wergirtin, li ser çîrokeke ku li ser şer û pevçûna derûnî disekine hatiye avakirin, rewşa tevlihevî û nezelaliyê ya ku mirov digel veguherînên bilez de, bi muzîka klasîk a Fransî re, dijî, nîşan dide.
Şano ji hêla lîstikvan Hemalîn Ferman û Ezîz Şerîf ve hat lîstin û Kawa Fetah jî hilberîn û derhêneriya wê kiriye. Piştî şano hat pêşkêşkirin, rûniştinek vekirî hat lidarxistin. Di rûniştinê de amadebûyan performansa lîstinê, kûrahiya ramanê û peyama hunerê ya vê çalakiyê nirxand.
Amadebûyan hin nirxandinên rexnegir pêşkêş kirin, di heman demê de pesnê ezmûna hunerî da. Hinên din jî performans wekî gaveke girîng di vegerandina şanoyê li bajarê Qamişloyê de dîtin û diyar kir ku pêşkêşkirina nivîsek ji hêla Ionesco ve dijwariyek hunerî ya mezin e ku derhêner bi rêbazên hêsan û peyamek zelal di pêkanîna wê de bi ser ket.
Di dawiyê de derhêner Kawa Fetah da zanîn ku şano behsa şêweyên curbicur ên pevçûnê dike weke pevçûna derve, pevçûna mirov bi yê din re û pevçûna hundirîn.
ANHA







