
- Lîstik di jiyana mirovan de cihekî taybet digire. Bandoreke erênî li ser pêşketina mejî û derûniya mirovan dike. Her wiha yek ji rêbaza parastina hafizaya civakî ye.
Yek ji rêbazên valakirina enerjiya zarokan lîstik e. Lîstik ne tenê ji bo valakirina enerjiyê di heman demê de ji bo pêşketina beden û rihê zarokan jî girîng e. Zarok bi rêya lîstikan xwe nas dikin, hestê lêpirsînê bi wan re hîn bêhtir çêdibe. Lîstik ji bo mezinan jî hem cihê kêfxweşiyê hem cihê bêhnvedanê ye. Niha çend mînakên lîstikan hene. Em ê li ser van mînakana bisekinin.
Hêkilo mêkilo
Ev lîstikek zarokan e û zarok jê kêfeke mezin digirin. Çar zarok tên gel hev û her du destên xwe datîne ser erdê. Di vir de gotin jî hene.
Yek ji destekî datîne erdê û bi destê din jî dijmêre. Ne bi hejmaran bi gotinên qerfî dijmêre. Wekî çîvanokê dubare dikin. Hêklo mêklo çarim çêklo hestîyê kewê li bin kewê, kew firî mam gurî, hat li ser vir darî. Di vir de ew dewlemendiya ziman jî derdikeve holê.
Bi vî awayî dubare dikin. Li kîjanê bikeve hejmar, qûnçirkekê li pişta destê wî didin. Bi vî hawî tê gotin, “Hêklo mêklo çarim çêklo hestiyê kewê ber kewê, qangirî mangirî, firî hat ser vî darî.”
Holana gîxê
Hola gîxê ji tatî tê çêkirin. Qada hola gîxê çargoşeyî tê çêkirin û bi keviran sinorên wê tên nîşandan. Bi qasî deh metreyan dirêj û deh metreyan jî fireh e. Bi komî tê lîstin.
Her komek ji pênç kesan pêk tê (hejmar tê zêdekirin). Komek diçe nav qada ku sînorên wê bi keviran hatiye eşkerekirin. Koman din bi holê didane van. Heke hol bi yekê ket ew ji lîstokê derdikeve. Yên di nava qada lîstokê ji dikarin holê bigirin û deynin ên koma ji derî qada lîstokê . Dema ku hol bi wan jî ketin, ew jî dişewitin û ji lîstokê tên derxistin. Heta lîstvanên komekê xilas dibin.
Kerkê Kerajo
Kerkê kerajoyê lîstikeke taybet e. Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê lîstîn. Gerek her tîmek ji pênç kesan kêmtir nebe. Ji bo lîstok baş were fêhmkirin, rêgez ev e. Divê du tîm be. Tîma yekemîn û tîma duyemîn. Lîstvanên tîma yekemîn dibin kerkê kerajoyê.
Tîma duyem dê bi paş ve pê tîliyên xwe çavên lîstvanê tîma yekemîn hişk bigire. Her wiha wê bi qasî sê metreyan bajo, her metreyekê hevalê wî dipirse ‘kerkê kerajoyê kî ye te diajot.’ Wê yekê gerek sê caran pirs bike. Ger lîstvanî ji tîl, bizav û bêhna wî nas kir di pêşbirkê de bi ser dikeve. Li pişta wî wê siwar bibe û li qada lîstinê sê çerxan pê bavêje. Ger nezanî dê lîstvanê tîma duyem li pişta wî sîwar be û sê çerxan pê bavêje.
Kêlanê
Kêlanê lîstikek di nav du koman de tê lîstin. Di vê lîstikê de her aliyek pênç kevirên ferş çikilînin, li pişt hev jî rêz dikin. Divê navbera keviran du gavan ji hev dûr bin. Lîstikvan jî ji rêzê ve van keviran dike armanc.
Endamêk ji komê kevir diavêje kêlê, ger ew endam kêl xist didomîne û hewl dide kêlên din jî bixe jêr. Ger nekarî kêlê bike, vê carê dor derbasî koma din dibe.
Heger bi yek kevirî du kêl xistin divê bibêje ‘ tûtûûû’ ji bo ku serkeftina endam were pejirandin. Kîja alî berî aliyên din kêlan bixê, ew bi ser dikeve û digihêje armanca xwe
Şeqanê
Ev lîstik bi holê tê lîstên. Holê ji tatî û bi qumaşî çêdikin. Bi deh kesan (hejmar dikare bê zêdekirin) tê lîstin. Divê du kom pêk were û her komek pênc kes in. Qadek ji bo şeqanê tê amadekirin. Darekê ji bo şeqlêdanê çêdikin.
Qada şeqanê qasî 20 metreyan dîrêj e. Kevirekî datînin serê qadê. Komek li şeqê dide û komek jî dihere nava qadê. Ji koma şeqanê yek kes diçe şeqlêdanê. Yek ji koma din tê û ji teniştê ve holê diavêje ber darê şeqvanî. Şeqvan dema ku li holê da hevalên wî li kêleka wî sekinîne. Gava şeq li holê da lîstvanên hevalên wî yek bi yek direvin ji bo ser kevirê serê qadê.
Lîstvanên koma dinê jî dibezin holê ji bo ku ji hewa ve bigirin û didin pê kesê ku direve û holê dixwaze lê bide. Ger ku hol li lîstvanî da ew ji lîstokê derdikeve. Heger nikarî lê bide, xilas dibe û diçe ser kevirî. Vê lîstikê wiha didominîn. Ev lîstika Kurdan tê gotin mîna beyzbola Emerîkayê ye. Li gor hinek çavkaniyan tê gotin dibe ku Emerîkiyan ji Kurdan girtibe.
NAVENDA NÛÇEYAN







