
- Bi hevkariya Şaredariya Sûrê û Sanatça Organîzasyonê hunermend Mîkaîl Aslan li qada Şêx Seîd a navçeya Sûr a Amedê konserek li dar xist. Bi hezaran kesên ku herikîn qada konserê, bi coş û kelecaneke mezin govend gerandin. Di konserê de kêliyên rengîn û bîranînên xweş derketin pêş. Di konserê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Di destpêka konserê Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol axivî û ev tişt gotin: “Ev qad raboriya me ye, ev qad soza me ye, ev qad rêberê me ye. Di şexsê yên ku li ber xwe didin û şer dikin de, bi mîrateya berxwedanê ya ku wan li pey xwe hiştiye re, weke çûkê sîmir ji nav xweliyên xwe ji nû ve çêbûn û em li vir in. Ev mîrateya berxwedanê ji zindanan heta rêyên sirgûnê, bû stran û welatê çiyan derbas kir. Ji ber wê yekê, stranên ku wê îro li vir olan bidin ne tenê bîrek in; melodiyek in, şahidiyek in. Û her yek ji me olanên vê dîrokê ne. Îro bi pêşengiya Birêz Ocalan re, vîna aştiyê, wekheviyê û jiyana hevpar bi têkoşînê tê mezinkirin. Em dizanin ku di dilê bi milyonan mirovî de heman hêvî heye. Em bawer dikin ku wê rojekê li ser sûran dê gelê xwe silav bike.”
‘Me tu carî serî netewand’
Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan jî bal kişand ser çanda Kurdî û wiha got: “Ev gel di dîrokê de ji bo zimanê xwe, ji bo çand û hunerê xwe, ji bo strana xwe têkoşiyane û me tu carî serî netewand.”
‘Ev axa qedîm bîra têkoşîna me ye’
Dûre parlementera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglu axivî û got: “Ev axa qedîm, bîra tekoşîna me ya sed salî ji me re dibêje ku; heke zimanê van kûçe û qadan heba, ew tiştên ku hatine serê me dê nîşani herkesî daba. Ji ber wê yekê gelê Kurd layîqî her tiştî ye. Gelê Kurd hêjayî aştiya herî bi rûmet e. Bedelên ku dane û nirxên ku heta îro anîne êdî dibêjin ku; Kurd hene. Bi banga 27ê Sibatê ya ku Birêz Ocalan dabû destpêkirin re, pêvajoya aştî û civaka demokratîk qadeke nû ya têkoşînê ji me re vekir. Got ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Meseleya herî bingehîn a vî welatî, meseleya demokrasiyê ye. Li vê erdnîgariyê êdî dema qezenckirina Kurdan e. Li vê erdnîgariyê êdî dema qezenckirina jinan e. Li vê erdnîgariyê êdî dema qezenckirina ciwanan e û dema qezenckirina gelan e.”
Piştî axaftinan hunermend Mikaîl Aslan derket ser dikê û stranên ji hev xweştir strî. Bi hezaran welatiyên li qadê li ber stranên Mikaîl Aslan kêfxweş bûn û konser bi coş bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN







