
- Her civak xwedîyê pêşgotinên bêhempa ne. Jixwe pêşgotin dewlemendiya civakê û zimên derdixe holê. Her wiha bandoreke erênî li ser pêşketin û geşbûna zimên dike.
Wekî berhemên çanda devkî ya giranbiha pêşgotin di jiyana me de cihekî taybet digirin. Şêwazeke jiyanê ye. Nîşaneya ramanê û rastiyê ne. Berhemeke giranbiha a folklorîk in. Ji bo parastina vê dewlemendiyê jî mafê her gelekî heye ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Pêşgotinên kurdan her wiha li ser esasên tecrubeyeke mezin a mezinên kurdan derketine holê. Ji bo ravekirina mijarekê hîn xurtir bên nîşandan gelek caran pêşgotin tên bikaranîn. Carinan bi pêşgotinekê peyama tê xwestin bê dayin, digihêje armanca xwe.
Gotinên pêşiyan bi gelek şaxên zanistê ve jî girêdayî ne. Gotinên pêşiyan bi gelek mijarên wekî civaknasî, psîkolojî, aborî, felsefe, dîrok, exlaq û folklorê eleqedar in. Hêza vegotinê û ramana estetîk nîşan didin. Pêşgotin di heman demê de dewlemendiya erdnîgeriyekê jî nîşan dide. Hişmendî û honandineke hunerî eşkere dikin. Pêşgotinên kurdan aqilmendî û baweriyê jî derdixin holê.
Di pêşgotinan de lihevhatineke hunerî jî heye. Ev lihevhatin jî bandorek estetîk li ser civakê dike û mijarê bêtir dide famkirin.
Hinek mînakên pêşgotinên Kurdî wiha ne:
"Avê di geliyê hişk de bigerîne, ne di geliyê şil de.
Aqilê sivik, barê giran.
Aş gera xwe dike, çeqçeqok dev û diranên xwe dişkîne.
Av delavê xwe zane.
Başî ji her du seriya de.
Berfê got ez ê bibim av, avê got ez ê bibim bihar.
Bi destê xwe da, bi lingê xwe lê digere.
Car heye zor dizane, car heye zêr dizane û car heye devê tifinga mor dizane.
Çêlikên gura kedî nabin.
Çi tê serê mirov, ji zimanê mirov e.
Derew sêwî ne, tu bi ku de bişîne bi wê de dere.
Dinya giş bi zozan be, derdê mîhê şivan e.
Dostanî germa germa, dijminanî nerma nerma.
Êşa li hevalan, tîra li kendalan.
Ez ji vê duayê re nabêjim amîn.
Gotin mîna pelên daran in, kirin mîna fêkiyan in.
Gotina xerab a xwediya ye.
Heft bavê çê, esil şîrê dê.
Her kes bi benê xwe tê daliqandin.
Heta mirov don neke çirayê, çira ronayî nade.
Jana tiliyê, da ser derdê hewiyê.
Ji xelkê re masîgir e, ji xwe re kosîgir e.
Kêzkê kendalan, bûn kevaniya malan.
Li ser pişta hevala, çû seyda xezala.
Masî di golan de nabin hût.
Me çiqasî ji kerê re digot, ew dîsa jî diçû kelem dikot.
Mirov şîrê xav xwariya.
Ne ewrê gurguro ne mirovê zirziro.
Pirêze bi ser şûvê ve ye.
Pîvaz pîvaz e, ha sor ha spî.
Qayîş tim li ser gayê xurt e.
Qismet li ser dest û pêyan e.
Rovî bi dûvê xwe nayê girtin.
Serê were birîn, nayê kirîn.
Şîr bi çilkê, hirî bi biskê.
Tu çi têxe kewarê, dê ew jê bê xwarê.
Xizan bi xema didebirin.
Zimanê sor ji xwe re xerab nabêje."
NAVENDA NÛÇEYAN







