Remza têkoşîna zimanê Kurdî: Ferzad Kemanger

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 31 Gulan 2026 - 16:00

  • Mamosteyê zimanê Kurdî Ferzad Kemanger yek ji remza têkoşîna zimanê Kurdî ye. Di rêya parastina zimanê Kurdî de, di vê oxirê de ew bû cangoriyek…

 

Mamosteyê zimanê Kurdî Ferzad Kemanger di sala 1976’an de li gundê Afriyana ser bi Kamyaranê ji dayik bûye. Kamyaran dikeve navbera Sine û Kirmaşanê. Malbata wan berê li gundê Afriyanê dijîn lê bi destpêka şoreşa gelên Îranê re, ji ber zext û zordestiyên rejîmê, gund tê valakirin. Jixwe zordestiya rejîma ya li ser malbatên kurd di dîrokê de cihekî berfireh digire. Mamoste Ferzad ji pênc bira û xwişkekê, zarokê çaran yê bû. Bi destpêka şoreşa gelên Îranê re her diçû zilm û zordestî li ser gelê Kurd zêdetir dibû. Siyaset û helwesta rejîmê bandoreke mezin li ser gel û herêmî jî dikir. Ferzad Kemanger ji zarokatiya xwe de bû şahidê gelek tiştan.

Çîroka xwendina Ferzad Kemanger jî heye. Xwendina destpêkê heta navîn li Kamyaranê dixwîne, di wan salan de bûyera komkujiya Helepçeyê çêdibe û bavê wan jî ji ber karê xwe yê ser sînor dikeve ber kîmyasalê û piştî çend mehan jiyana xwe ji dest dide. Piştî vê yekê tu bibêjî nebêjî barê berpirsiyariyê dikeve ser milê Ferzad Kemanger. Hîn 12 salî ye lê belê ji bo debara malê gelek karan dike. Bi qedandina dibistana navîn a refa 9’an re dest bi xwendina perwerdehiya mamostetiyê dike. Li vir jî bi cudakariyeke mezin rû bi rû dimîne. Ji ber ku piştî bi dawîkirina dewreya mamostetiyê, ji ber helwest û fikrên wî yên cuda, bawernameya mamostetiyê nadên û du sal şûn de ew wekî mamoste qebûl kirin.

Ferzad Kemanger têkoşîna xwe ya ji bo xwendinê dewam kir. Tevî mamostetiya li gundan, Ferzad Kemager di zanîngeha mamosteyan de xwendina xwe dewam kir.Têkiliyeke wî ya xurt bi zarokan re hebû. Ji wan gelekî hez dikir. Ji ber helwest û sekna xwe bû hedefa rejîmê. Ew li girtîgehê jî nesekinî. Her dixebitî. Lê belê rejîma dijminatiya kurdan dikir di 9’ê Gulana 2010’an de mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Holî û Mehdî Îslamiyan, li Girtîgeha Êvîn ya Tehranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin. Ev wekî lekeyeke reş a rejîmê di dîrokê de ma. Bi milyonan kurd îro di rêya Ferzad Kemanger de ye. Li Amedê jî bi navê Ferzad Kemanger dibistana azad hat vekirin. Lê belê heman zihniyetê ev dibistan girt. Bû hedef.

Ferzad Kemanger beriya bê darvekirin ev name nivîsandibû:  

 "Ji ber ku em Kurd in, em tên darvekirin. Mirovên me yên li her derê divê bi vê zanibin. Ji wan hebû, ku tarîtiya girtîgehê wê rojê û ronahiya ji mejiyê min bibe. Lê belê min bi xwe dît, ku binevş di nava tarîtî û bêdengiyê de jî şîn dibe. Bi kîjan zimanî daxivin bila baxivin, destûrê bidin ku dilê min di sînga yekî din de lê bide. Yekane daxwaza min ew e ku, ew bibe zarokekî karker yê zindî, ku li dijî newekheviyê bi hêrs e. Destûrê bidin ku dilê min li cihekî vê cîhana bê serî û bê dawî lê bide. Tenê lê miqate bin, ji ber ku ew dilê kesekî bi çîrokên nehatine vegotin ên mirovên welatekî bi êşa dîrokê dagirtî ye. Destûrê bidin ku dilê min di sînga zarokekî de lê bide, ku mîna her sibehê bi dengekî bilind bi zimanê xwe yê dayikê -Kurdî- biqîrim. Li vê cîhana bê serî û bê dawî dixwazim bibim bayek û peyama hezkirinê bigihînim tevahiya mirovahiyê."

Ferzad Kemanger bi vê helwesta xwe hezkirineke mezin di dilê Gelê Kurd de ava kir. Ev hezkirin wê her geş be…

 NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.