Ne mamoste lê hevalek bûm

Nûçeyên Forum

Duşem 15 Gulan 2023 - 05:34

  • Mamosteyê zarokên ku ji êş û janê welidîbûn, lê “liv û lebat” awaza ser lêvên wan bû. Kesên ku zehmetkêşî û merdatî weke mîras ji sirûştê standibûn. Wan kesek ji cinsê xwe dixwestin, kêsê/a ku bêhna axê bide, kesê/a ku maneya newekhevî û feqîriyê bizane, hevalek ku bibe hevlîstokê wan û ji hêvîyên wan bawer bike.

FERZAD KEMANGER

 

Ewê/a ku ji ruh û kok mamoste ye, her tişta girêdayî şagirtên xwe ciddî dihesibîne.

(Nietzsche)

 

Li ser wan rojan difikirim, pêwîst bû bibime mamosteyê zarokên ku di zarokatiyê de êş û jana mazinbûnê li ser‎ milên wan bû û di dema mezinbûnê de jî hêvîyên bi cih nehatî yên zarokatiya xwe ji zarokên xwe jî vedişartin. Mamosteyê keçik‎ên ku bi destên pirr neqş û nîgar, ronahîya çavên xwe fîdayê rûniştina li ber darê mafûran dikirin, da ku hunera wan xemla mala kesên din be û mizgîniya nan, ji bo‎ sifreya malê.

Mamosteyê zarokên ku ji êş û janê welidîbûn, lê “liv û lebat” awaza ser lêvên wan bû. Kesên ku zehmetkêşî û merdatî weke mîras ji sirûştê standibûn. Wan kesek ji cinsê xwe dixwestin, kêsê/a ku bêhna axê bide, kesê/a ku maneya newekhevî û feqîriyê bizane, hevalek ku bibe hevlîstokê wan û ji hêvîyên wan bawer bike. Bi wan re bikene û hêsiran bibarîne ango bigirî. Ew hevalekî, kevirekî sebrê, hev razek dixwestin ku weke wan bixwe, bêqirarê saetên mektebê be, kesê/a ku di fikra mayînê de be, ne çûyînê.

Zêde dem derbas nebû ku li rex wan, min xwe ne weke mamoste, belkî xwendevanek dît ku gelek dereng rêya mekteba xwe peyda kiribû.

Min kitêb girtin, ne mirin û bêhîvîtî, ji nava xêzên wan yên reş bikeve nav bazineya şadî û hêvîyên wan, min her roj li polê dersê disparte destê hêvî û daxwazan û bi çîrokên cur bi cur keyf dikir. Tevî “Masîyê reşê biçûk’’ vê carê ne ji rêya ’’Aras’’ belkî em ji rêya Sîrwan li deryaya jiyan û rastîyê digeriyan. Tevî destana “rêwîyê biçûk” (The Little Prince) ji bo‎ peyda kirina hevalan, sefer dikir da ew xweşiya seferê di xeyalan de tecrûbe bikin û ez jî mayina bi xelkê re tecrûbe û di nava wan de prove bikim. Her destana ku min dixwend, min rolê qehremanan dida wan, bêxeber ji wê rastiyê ku her yek ji wan qehremanên destana jiyana xwe pirr bi êş bûn. Her roj bo çend saetan, me êşa newekheviyan, derdê nebaşiyan li pişta dîwarên polê radestî jibîrkirinê dikir û li hemberî hev rûdiniştin. 

Kenê xweşik winda dibû

’’Kawe’’ bi cismê xwe yê zeîf lê bi hêz, firavîn nexwarî li cihê bavê xwe yê nexweş, dibû şivan û êvariya dreng ku pez vedigerandin gund, dayik bi keniyekê diçû pêşwaziya nanînerê malê, da mandîtîya Kawe û kerema sirûştê wek bereket binav bike û ji guhanên pezan şîr bidoşe û ji bo‎ firotinê ber bi bajêr birê bikeve. Kawe sermest ji razîbûna dayikê dikeniya û çavên wî bi çenteyê wî yê mektebe diket, her wiha li kar û peywirên xwe yên roja dîtir difikirî û bi vî awayî kenê wî ya xweşik winda dibû.

 

Belkî rojekê dinya li gor dilê wan bizîvire

Û...’’Leyla’’ bi wan çavên xwe yên tijî pirs û nihêrîna ku li hebûnê dikole, li bersivên pirsên xwe digeriya. Li bersiva xeyalên xwe. Çenteyê xwe yê dibistanê datanî erde û ji bo teşî birêse wê jî hevkariya diya xwe dikir. Da ku bibi şirîkî nanê sibê. Wê teşî bi xeyalê xwe yên piçûk û mezin dizîvirand, belkî jî rojekê xeyalên wê pêk bihatana. Wê car din teşî dirêsa û hey dirêsa, belkî rojekê dinya li gor dilê wê û dayika wê bizîvire.

 

Da ku ji nanê sibê nebe dia dikir

Û...’’Feryad’’ bi dîtina parçeyekî ewr diçû serbanê xanî, ka û qûr amade dikir, da ku dilopeke baranê, mafûrê wan yê kevn bêreng û rûtir neke. Ewqas şareza bûbû ku tevî bavê xwe, serbanên hemû gundiyan çêdikirin da dilopên baranê, mizgîniya nanê wan yê sibê be. Ji ber sir û seqemê carna karê wî betal dibû, lê wî her dia dikir ji bo nanê sibê bi dest bixe. Wî dia dikir ku tim berf û baran bibare û ji nanê sibê nebe!

 

Hêviya ji bo şêwekariyê

Û...”Yasir” piştî mirina bavê xwe, kar dikir da ku valahiya bavê xwe dagire û û bikaribe ji bo‎ birayê xwe qelemreng û avrengan bikire. Wî hêvî dikir bibe şêwekarek, lê ev daxwaza wî bi cih nehatibû. Ji lewre jî ji bo birayê xwe dixebitî, belkî birayê wî di siberojê de bibe şêwekarekî xurt.

 

Çend kîlo pincar kom dikir

Û...”Idrîs” di pola me ya amadekariyê de bû. Her roj xwezayê ew bi rengekî pêşwazî dikir û wî jî di vegera malê de çend kîlo pincar kom dikir ji bo firotinê û bi vî awayî vedigeriya gundê xwe.

 

Ez di xema reng û rûyê wî de bûm

Û ez jî hatibûm cezakirin, ku her roj bêqirar ji newekhevî û bêzar ji tiştê ku wan qeder û siberoj binav dikirin, li hember wan bisekinim û di çavên wan de li tîrêjên neron yên hêvîyê binihêrim. Li hember Kawe, min serê xwe ditewand û deftera wî ji bin rûmetê wî yê ku tava rojê şewitandiye, ku li ser‎ ketibû xewê derdixist û li jêr îmlaya nenivîsandiya wî dinivîsand “Şivanê piçûk, 20 jî ji bo‎ te kêm e”. Û li kêleka Leylayê, şermezar dibûm ji betilandina wê ya doh, min destên wê yên zivr û qelişî di destê xwe de digirtin da ku destên milyaketan hîs bikim. Beriya ku biaxivim, nihêrîna wê ya bi bandor û masûmane pirsên amade ji bo pirsînê bi xwe re anîbûn. Ez bêdeng dimam û li rex Idrîs, nerihet ji wezîfên dubare yên sibê, li destên wî yên qelişî dinêhirî û pê re jî li şibakê. Berê min li derên dûr û nexûya bû, ew di xema çûyina biharê de bû û ez di xema çûyina reng û rûyê wî de.

 

Hêvî û xeyalên xwe resmandin

Û îro bi dinyayek meznahî, kêfxweşî, kelegirî, hesret û barek ji bîranînên tehl û şirîn wan rojan bibîrtînim. Roja mamosteyan bû ku wê rojê min bihagirantirîn diyarîyên jiyana xwe ji mamosteyên mezin yên jiyana xwe standin. Leyla 3 hêk, Idrîs 2 kîlo kereng, heqdestê rojeka wî. Firişte, 2 bax laleyên çiyayî, Nêda, bûkek ji dar û pero çêkiribû û Yasir jî neqaşîyek. Û ji bo‎ ku em wê rojê di bîra xwe de zindî bihêlîn, biryar hat girtin ku ew hêvîyên xwe bi qelemên rengîn xêz bikin.

 

Nexweşxaneyeke belaş û xaniyên li ser asîmanan

Kawe, ku di fikra bavê xwe yê nexweş de bû, nexweşxaneyek resmand û di bin de nivîsî; “Ev nexweşxaneya belaş hemû nexweşên feqîr yên cîhanê derman dike.” Feryad jî her car esmanekî saf, şîn û bê ewr diresmand da dest û lingên kesî/ê ji sir û seqemê neqerimin.  Wî cardin asîmanekî şîn resmand û heya ku karî malên piçûk û ciwan li ser‎ bi cih kirin û di bin de nivîsî; “Ev mal ji bo‎ wan kesane ku bê xanî ne, asîman jî mezin û bi cih e, weke erdê nîne ku em ji bo‎ jiyankirina li ser‎ mecbûr bin pereyan bidin, li asîman ji bo‎ hemûyan cih heye û ez dikarim gelek xanîyên din li ser‎ biresmînim.”

 

Xwezî mirin di kemîna nan de nebûya

Firişte jî, ku her carê ji bo‎ xwe û xuşkên xwe resmê birayekê biçûk çêdiikr, vê carê min jê re got; “Ka Firşte ji nû ve resmê cîhanê bikişîne, bêyî ku kesek ji ber‎ keçbûnê te kêm bibîne lê te weke te bibîne” û wê resmê gelek keçên bûk kişand ku dest di destê hev de dora dinê girtibûn û awaz dixwendin. Û Yasir weke hercarê hêviya bavê xwe diresmand. Wanêteke (kamyoneke piçûk) reng şîn kişandibû, belkî di xeyalan de bavê wî êdî kolberiyê neke. Û biryar hat girtin ku Yasîr jî, ji nûve welatê me yê ku feqîrî û newekhevî lê tine ne biresmîne. Bêyî ku kolberên Bane, Serdeşt, Merîwan û Kamyaranê mecbûr bibin ji bo‎ derbaz kirina 10 kîlo çayê ji sînor, ji bo‎ 2000 tûmena canê xwe bidin. Wî dîmeneke xweşik ji sirûştê xêz kir ku xelkê têde mijûlî kar bûn û di bin de nivîsand; “Xwezî êdî mirin di kemîna nan de nebûya.”

 

Ferzad Kemanger / Hepsa Recayîşehr a Kerec

 

* Nivîskar Dêrsim Oremar ev nivis ji Farisî wergerandiye Kurmancî. Ferzad Kemanger ev nivîs di “Roja Cîhanî ya Mamosteyan” de nivîsandiye. Nameyên ku Ferzad Kemanger di hepsê de nivîsandibûn, dîsa bi destê Dêrsîm Oremar di pirtûka bi navê “Avabûna Stêrkan, Mizgîna Hilatina Rojê ye” hatin weşandin. Pirtûk ji Weşanên Aram derçûye. Em bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî vê nameyê ji nû ve diweşînin.

 

 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.