Meşaleyên Jin jiyan azadî

În 10 Gulan 2024 - 00:42

Di rojek weke îro de di berbanga 9’ê Gulana 2010’an de çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd li gel şoreşgerek Îranî, li girtîgeha Evîn a Tehranê ji aliyê rejima Îranê ve bi hinceta ku endamên PJAK’ê ne, hatin bi darvekirin. 13 sal di ser darvekirina van şoreşgeran re derbas dibe, mûma ku wan pêxist, heta niha jî bûye çirayek ji bo rêya têkoşerên Kurd. Ispata vê jî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.

Ferzad Kamanger

Ferzad Kamanger di sala 1976’an de li bajarê Kamyaran a ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bû. Endamê Meclîsa Sendîkaya Mamostayan û endamê Rêxistina Jîngehparêz a Ask bû. Herwiha bi navnavê Siyamend di Kovara Royand de nivîs dinivîsî. Çalakvanekî naskirî yê mafê jinan bû. Di meha Tebaxa sala 2006’an de li Tahranê li gel du hevalên xwe hate girtin.

Di dema taziyeya Kemanger de dayîka wê digot:“Min kotira xwe ji bo dibistanê şand, min Ferzadê xwe ji bo civakê perwerde kir, ez wî pêşkêşî Kurdistanê dikim.”

Şîrîn Elemholî

Şîrîn Elemholî di sala 1981’an de li  gundê Dêmkişlak ê bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bû. Di sala 2006’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Di 25’ê Nîsana 2008’an de li Tehranê hate girtin û di roja 9’ê Gulana 2010’an de hate darvekirin. Şehîd Şîrîn li girtîgehê li dijî êşkencekirinê dest bi grevê dike û 22 rojan berdewam dike. Piştî 6 mehên êşkenceyê di 19’ê Kanûna 2009’an de bi îdiaya endamtiya PJAK’ê cezayê darvekirinê lê tê birrîn. Tevî ku li dijî vê biryarê kampanya îmzeyan hate destpêkirin, lê dîsan hate darvekirin.

Ferhad Wekîlî

Ferhad Wekîlî di 23’ê Gulana 1966’an de li bajarê Sine ji dayîk bû. Zanîngeh qedandîbû. Bavê sê zarokên bi navê Hengame, Hewram û Hewraz in. Di 2006’an de hate girtin. Di girtîgehên Ewîn, Recayî Şar û Kirmaşan tê êşkencekirin. Piştî salek û nîvê yê girtin û êşkencekirinê di 30’ê Çileya sala 2008’an de bi dadgehkirineke 7 deqeyî û bê parêzer cezayê 10 salan û cezayê darvekirinê lê tê birrîn. Di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Elî Heyderyan 

Elî Heyderyan  di sala 1980’an de li Sine ji dayîk bû. Xwendina xwe li wir temam kir û di sala 2001’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Di 16’ê Mijdarê de li paytexta Tehranê hate girtin. Piştî 18 mihên êşkencekirinê di dadgehkirina 10 deqeyî û bê parêzer bi îdiaya endamê PKK’ê ye, cezayê darvekirinê lê hate birrîn. Şehîd Elî Heyderyan di nameyek xwe de eşkere dike ku dema ji dadwer xwestine belgeyên van îdiayan nîşan bide, dadwer wiha bersiva wî dide:“Cezayê dosyayên siyasî ji aliyê saziyên ewlehiyê ve tên dayîn. Ez tenê dixwînim.” Piştî dadgehkirina bêdadperwerî, dibin girtîgeha Ewîn û di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Mehdî Îslamiyan

Mehdî Îslamiyan yek ji wan girtiyane ku li gel 4 girtiyên siyasî li Girtîgeha Ewîn a Tehanê hate darvekirin. Mehdî di 3’ê Gulana 2008’an de hate girtin. Di 5’ê Kanûna 2009’an de bi îdiaya endamê Meclîsa Paşayetî û bi alîkariya birayekî xwe teqînek li mizgeftekî bajarê Şîrzad pêk aniye bi cezayê darvekirinê hate cezakirin û di 9’ê Gulanê de hate darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.