Çiraya Azadiyê: Şîrîn Elemhulî

Şemî 10 Gulan 2025 - 03:00

  • Di 9’ê Gulana 2010’ê de li gel hevalên wê yên li Girtîgeha Evînê dihatin girtin, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û çalakgerê Şîrazayî Mehdî Îslamî hatin darvekirin.

Erdnîgariya Mezopotamyayê ku di nava xwedawendiya jinê de hatî stirhan, hem di destpêka dîrokê de hem jî di demên dawî de hertim jinên xwe bi jîr û berxwedanî mezin kiriye. Jinên Kurd ên bi çanda xwedawenda dayikê ya erdnîgariya ku lê ji dayik bûne, li dijî pergala serdest a mêr bi afirandina kevneşopiyên xwe yên berxwedan û têkoşînê, ji siyasetê heta dîplomasiyê, ji hûner û wêjeyê heta çeperên şer têkoşîneke bê hempa dane meşandin û hîna didin meşandin. Şoreşa hemdem ya Kurdistanê, şoreşa ciwanên welatparêz yên Kurde. Dema ku em rûpelên dîrokê vedidin, dibînîn ku jinên Kurd di pêşengtiya şoreşan de xwedî rolekê girîng û diyar bûn. Helwest, têkoşîn û çalakiyên wan bûn sembola berxwedan û şoreşa li dijî zilm û dagirkeriyê.

Şîrîn Ferzad Ferhad Elî Mehdî

Yek ji wan jinên şoreşger û pêşeng ku navê wê tim di bîra her takekê Kurd bi taybet jinên Kurd de bimîne Şirîn Elemhulî ye ku ji aliyê Îranê ve bi awayek veşartî, bêyî agahiya malbat, parêzerên wê li Girtîgeha Evîn ya Tehranê hat darvekirin û tevlî karwanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Şirîn Elemhulî di roja 2’yê Hezîrana sala 1981’ê de li gundê Dîm Qişlaq yê girêdayî bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Di Gulana 2008’ê de li Tehranê ji aliyê hêzên pasdarên Îranê ve hat binçavkirin. Di 25 rojên destpêkê yên girtina wê de li cihekê nediyar bi awayek hovane û herî dijwar hat îşkencekirin. Piştre Elemhulî birin beşa 209 ya Girtîgeha Evînê ya Tehranê. Piştî şeş mehan ew birin beşa jinan ya girtîgehê. Dadgeha Ceza ya Tehranê di 19’yê Kanûna 2009’ê de cezayê darvekirinê li jina şoreşgera pêşeng Şirîn Elemhulî birî. Di 9’ê Gulana 2010’ê de li gel hevalên wê yên li Girtîgeha Evînê dihatin girtin, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û çalakgerê Şîrazayî Mehdî Îslamî hatin darvekirin.

Çavkaniya jin jiyan azadî

Şirîn Elemhulî di nameyek ku hefteyekê beriya ku were darvekirin nameyek nivisîbû û gotibû:“Bêyî ku derbarê doza wê de biryarek bê dayîn û parêzer jê re bên erkdarkirin 3 salin ew di girtîgehê de ye. Çima ez hatime girtin, çima divê ez werim darvekirin? Ma tenê ji ber ku ez Kurdim? Şîrîn Elemhulî beriya 14 salan di oxira rêya ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê de hate bidarvekirin, lê niha jiyan û têkoşîna wê bûye îlhama gelek azadîxwazan û rêya wan ronî dike. Her wiha Şîrîn Elemhulî ji bo nivîskar û wêjevanan jî bûye cihê îlhamê. Nivîskarê Kurd Ehmed Bilokî di sala 2019’an de li ser jiyan û têkoşîna Şîrîn Elemhulî de romanek bi navê ‘Perperoka Azadiyê Şîrîn Elemhulî‘ bi zaravayê Kurmancî nivîsand. Ev roman ji aliyê Necîbe Qeredaxî ve hate wergerandina zaravayê Soranî.

Di sedsala 21. de bi mîlyonan jin bi mîrateya ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ afirandiye li dijî çanda serdest a mêr têkoşîneke bê hempa dimeşînin. 

Li ser şopa wan dimeşin

Piştî destpêkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îranê ji bo derbaskirina atmosfera tirsê dîsa pêleke nû ya darvekirinê da destpêkiriye. Vê carê jî zext û zordariya li ser jin û gelê Kurd, du baskên girîng ên têkoşîn û berxwedanê, ketiye navenda vê pergala mêtinger. Di vê qonaxa nû de jinên wêrek ên weke Werîşe Muradî, Şerîfe Mihemedî, Pexşan Ezîzî gelek girtiyên din ên siyasî bi tometên nerast û derew bi cezayên darvekirinê hatin cezakirin. Li beramberî cezayên darvekirinê, ji girtîgehan heta kolanan, ji metrepolan heta çiyayan her ku diçe helwest û nerazîbûn, li welat û seranserê cîhanê berfirehtir dibe. Taybet girtiyên siyasî yên di girtîgehên rejîma Îranê de bi hincetên bê bingeh têne girtin û ‘cezakirin’ bi çalakî û grevên cuda beramberî vê hovitiya rejîma Îranê serî natewînin û têkoşînek bê hempa dimeşînin. Ev sekin û berxwedana girtiyên siyasî îlhamê dide têkoşer û azadîxwazan ku li ser şopa wan bimeşin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.