Tirkiye xwe li herêmê ferz dike

Şemî 18 Cotmeh 2025 - 03:45

Serpîskoposê Qibrisê George yê 3'emîn bersiv da pirsên ANF'ê û têkildarî bandora Tirkiyeyê ya li ser Qibrisê ku bi 'dagirkeriyê' tê pênasekirin, ev nirxandin kir:"Qibris di asteke cografîk de ye ku gelek caran hate fetihkirin. Cihê ku lê ye ew cih e ku Ewropa, Asya û Efrîka ji aliyê rêyên bazirganiyê ve lê digihêjin hev. Niha jî bi qadên weke delta Nîlê re hîn bêhtir girîng bûye. Lê belê ev nayê wê wateyê ku her kesên li welatekî dimînin ne xwedî wî mafî ne ku ji dewlemendiyên wî welatî sûdê werbigirin. Rewşa me ya berhemdar dikare bi kêrî hem Rûm ên Qibrisî hem jî Tirk ên Qibrisî bê û em ji têkiliyên aştiyane, têkiliyeke aştiyane ya bi Tirkiyeyê re jî aciz nînin. Li hemberî kesî hesteke me ya nebaş nîne. Em di demeke welê de ne ku divê her kes hurmetê nîşanî mafên mirovan bide. Weke Qibris em parçeyek ji Yekîtiya Ewropayê ne. Li welatên Ewropayê mafê her kesî heye ku bi rengekî azad bigere. Baş e çima em nikarin li malên xwe bi cih bibin? Em ji malên me derxistin. Mafê wan heye ku li her derê bibe xwedî milk. Çima em ji milkên xwe bêpar têne hiştin? Tişta em dixwazin ew e ku weke Ewropiyên din û mirovên azad xwedî heman mafan be: Divê her mirov karibe bi rengekî azad bigere, xwedî milk be û li cihê dixwaze bi cih bibe. Ev yek wê bi kêrî Tirk ên Qibrisî û her kesên din ên li Ewropayê jî bê."

Çareserî wê bandorê bike

Têkildarî hebûna leşkerî ya dewleta Tirk a li herêmên Kurdistanê û Qibrisê ku ji aliyê gel ve weke 'dagirkeriyê' tê pênasekirin Serpîskopos got:"Em dibînin ku Tirkiye niha dixwaze xwe li ser herêmê ferz bike, hêza xwe nîşan bide. Nîşan dide ku weke hêzeke herêmî bi pêş ketiye. Ji bilî beşeke Qibrisê Sûriyeyê jî dagir dike, heta Efrîkayê leşkerên xwe heye, li her derê baregehên xwe hene; lewma dixwaze li her derê serweriya xwe nîşan bide. Bi peymanên ku bi Lîbyayê re kiriye, li gel ku ew ne qanûnî jî bin, dixwaze vê hêzê nîşan bide. Divê ev yek bê fêhmkirin û cîhana azad jî vê yekê li Tirkieyiyê ferz bike: Di sedsala 21'ê de rêya xweferzkirinê ev nîne. Mafê mirovên bêhêz jî heye ku li vê cîhanê bijîn û em daxaza mafên xwe yê mirovî dikin. Divê her mirov karibe bi rengekî azad li welatê xwe bijî." Serpîskoposê Qibrisê George yê 3'emîn destnîşan kir ku li Rjohilata Navîn çareseriyeke ku avaniyeke adil a ji bo Kurdan bê peydakirin wê alîkariyê bide aramiya herêmê û got:"Beriya her tiştî wê dijminatiyê bi dawî bike. Sabotaj wê bisekine. Wê rijandina xwîna mirovan bisekine. Bêguman ev yek wê bandoreke erênî li şerê li derdorê jî bike, lê belê ev nayê wê wateyê ku çareseriya pirsgirêkekê wê otomatîk pirsgirêkên din jî çareser bike. Wê hin bandorên xwe yên erênî hebin, lê belê divê mirovahî dest ji naskirina hiqûqa yên bi hêz berde. Em nikarin bibêjin ku em li cîhaneke welê ne ku edalet lê heye. Ji ber vê jî mafê her kesî heye, hêza her kesî heye."

Serpîskopos ev peyam jî ji Rêber Apo re ragihand:"Beriya her tiştî nirxên wî yên têkoşînê yên bi salan e ji bo gelê xwe dimeşîne pîroz dikim û ji bo karibe van zor û zehmetiyan ji holê rake, rojekê hemû hewldanên wî ji aliyê cîhanê ve bê naskirin jê re sebrê hêvî dikim." Serpîskoposê Qibrisê George yê 3'emîn di dawiya axaftina xwe de got, "Li gel ku em di sedsala 21'ê de ne hîn jî hiqûqa bi hêzan derbasdar e. Eger em dixwazin li cihekî welê sax bimînin, divê em xwe amade bikin û bibin xwedî parastineke têrker, bibin xwedî derfetê berxwedanê. Em li cîhaneke îdeal nînin." Herî dawî destnîşan kir ku li Qibrisê divê ew mertaleke parastinê ava bikin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.