Canê xwe ji bo gel kirin mertal

Şemî 18 Cotmeh 2025 - 03:50

  • HPG-NRÇ'ê 8 şehîd bi bîr anî û got:"Em careke din sozê didin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rizgariya Kurdistanê teqez pêk bînin, ku armanca herî mezin a hevrêyên me yên şehîd bû."

HPG-NRÇ'ê 8 şehîd bi bîr anî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:"Hevrêyên me Zagros, Piling, Êrîş, Hêjar, Sekvan, Têkoşîn, Mervan û Zemanî li hemberî êrîşên berfireh li ser gelê Kurd dihatin meşandin de bi fedaî şer kirin, canê xwe ji gelê me re kirin mertal û di sala 2017’an de gihîştin şehadetê. Em milîtanên fedaî û pêşengên gel ên Apoyî Zagros, Piling, Êrîş, Hêjar, Sekvan, Têkoşîn, Mervan û Zemanî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe nû dikin ku em ê armanca meşa wan a herî mezin a Rêberê Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin. Wekî gel û tevger, me bedelên giran da û jiyana xwe ya herî hêja feda kir da ku em bigihîjin vê nuqteyê. Bi saya şehîdên me yên qehreman û di encama meşa me ya 50 salî de, em gihîştine wê astê ku em hebûna xwe bêyî ku were înkarkirin îspat bikin û azadiya xwe misoger bikin. Em di şexsê hevalên xwe Zagros, Piling, Êrîş, Hêjar, Sekvan, Têkoşîn, Mervan û Zemanî de hemû şehîdên xwe yên hêja yên ku me anîne vê rojê bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê teqez bigihîjin armancên herî mezin ên hevrêyên xwe yên şehîd ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rizgariya Kurdistanê. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîdên me yên qehreman û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Bi felsefeya APO’yî xwe afirandin

Hevrê Zagros di nava malbateke ku bi mîrateya dîrokî ya berxwedana Amed teşe girtiye û bi welatparêziyeke pir kûr pêşketiye jidayik bû. Hevrê Zagros li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê xwend. Di sala çaremîn de dev ji fakulteya bijîşkî berda û ji sîstemê veqetiya, berxwedana bi rûmet a gelê me hilbijart. Li ser vê bingehê di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Zagros bû yek ji hevalên me yên bi lez pêşket û bû pêşeng. Demekê, di nava sazî û xebatên stratejîk ên girîng ku li kêleka Fermandariya Biryargeha Navendî de cih girt û xizmetek girîng ji Tevgera me û gelê me re kir. Hevrê Zagros bi xebatên meşand re, xebatên bijîşkî meşand û di şert û mercên herî dijwar de bi kedeke mezin hevrêyên xwe derman kir. Hevrêyê me Zagros beşdarî gelek xebatên cûda bû û armanc dikir ku bigihîje encamê; bi kesayetiya xwe ya têgihîştî, mutewazî û kedkar, rêzdarî û hezkirina hemû hevalên xwe qezenc kir.

Hevrê Piling li qontarê Zagrosan li bajarê Colemêrgê jidayîk bû û di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Hevrê Piling ku xeyala wî ya zaroktiyê beşdarbûna nav refên gerîla bû roj bi roj mezintir dibû û sala 1998’an a ku êrîşên mêtingeran dijwartir bû, tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Hevrê Piling ê ku ji Wanê tevlî refên gerîla bû,  di nava şerê germ de perwerdehiya bingehîn a gerîlatiyê qedand û beşdarî xebata pratîkî bû. Wekî fermandarekî xwedî tecrûbe, bi hevrêyên xwe re bersiv dan êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Metîna. Hevrê Piling ji bo ji pêvajoya şer a dijwar re bibe bersiv bêwestan bi ked û fedakarî têkoşiya û bi taybetmendiya xwe ya dilnizm û fedakar rêzdarî û hezkirina hemû hevalên xwe qezenc kir. Hevrêyê me beşdarî gelek operasyon û çalakiyên li dijî mêtingeran bû û di asta mîsyona xwe bû xwedî pratîk û beşdariyeke mezin û bi wêrekî û israra xwe ya li ser rêya serketinê ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê.

Hevrê Êrîş wekî ferdekî malbateke bi rûmet a ji eşîra welatparêz Gewda ya xwedî berxwedaneke xurt e li Wanê jidayîk bû. Xalê wî Kurtay Feraşîn - Abdulkerim Ertaş ê ku di 12’ê Adara 2008’an de li Bestayê li dijî dewleta dagirker a Tirk berxwedaneke dîrokî kir û piştî ku derbên giran li dagirkeran xist û şehîd bû. Hevrêyê me çeka fermandarê me yê nemir şehîd Kurtay Feraşîn hilgirt û li ser bingeha xwedîderketina li mîrateya têkoşîna şehîdên me tevlî refên têkoşînê bû. 

Hevrê Êrîş di sala 2013’an de ji navenda berxwedana gerîla ji Botanê tevlî refên têkoşînê bû û li ser bingeha girêdana xeta şehîdan beşdarbûneke xurt çêkir. Enerjî û coşa temenê xwe yê ciwanî bi awayekî bihêz xist jiyana xwe ya rojane. Hevrê Êrîş her peywira ku girt ser xwe bi awayekî serketî û bi rêkûpêk bi encam kir û hezkirin û rêzgirtina hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêyê me Hêjar, ku bi awayekî bi bawerî bi têkoşîna me ya azadiyê re girêdayî bû, li Erdîşa Wanê çavên xwe li cîhanê vekir.  Di sala 2015'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû. Li ser bingeha van kûrbûnan, hevrêyê me Hêjar di demeke kurt de di kesayetiya xwe de guhertinên xurt pêk anî. Ji taybetmendiyên ku sîstemê afirandibûn xilas bû û bû yek ji hevrêyên me yên ku bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirand. Bi sekin û helwesta xwe ya milîtan û fedaî di jiyan û şer de, tevlîbûna xwe ya bêhesab, kesayetiya xwe ya bi rûkenî, di her hawîrdora ku tê de bû, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve bû milîtanekî hezkirî û rêzdar.  

Hevrêyê me Sekvan li bajarê me Wanê di nav malbateke ku çanda berxwedanê ya kokdar a Serhedê û hestên welatparêziyê lê serdest bûn, jidayîk bû. Di sala 2015'an de tevlî gerîla bû. Hevrêyê me Sekvan, bû yek ji hevrêyên me yên mînak ên ku di nav refên têkoşînê de bi lez pêş ket û gihîşt pîvanên milîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Sekvan, ku di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de taybetmendiyên neyînî yên ku sîstemê di kesayetiya wî de afirandibûn bi lez derbas kir û bi çand û sincê têkoşînê guherîneke mezin derbas kir; di şer û jiyanê de bû milîtanekî Apoyî yê mînak, xwe fedaî azadiya gelê me û Rêbertiya me kir û ev yek bi awayekî xurt di pratîka xwe de nîşan da.

Hevrêya me Têkoşîn, li bajarê kevnar ê Botanê Cizîra Botan ku di dîroka Kurdistanê de cihekî girîng digire û bi nasnameya xwe ya berxwedêr tê naskirin, jidayîk bû. Di sala 2015'an de li axa ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû, tevlî nav refên gerîla bû. Hevrêya me Têkoşîn her roj xwe pêş dixist û armanc dikir ku bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve biafirîne. Piştî ku wek gerîlayeke YJA Starê ya jêhatî perwerdehiya xwe bi serkeftî bi dawî kir, derbasî herêma Metînayê bû û têkoşîna xwe domand. Hevrêya me Têkoşîn, ku wek şopdara Zîlan û Bêrîtanan hem di jiyanê hem jî di şer de berpirsiyariyên ku diketin ser milên wê bi serkeftî bi cih anî, di xeta milîtaniya Apoyî de bû xwedî tevlîbûneke bêdudulî û meşeke biryardar.  

Hevrêyê me Merwan, ku li Wanê jidayîk bû, ji ber ku malbata wî ji ber zoriyên aborî neçar ma koç bike, li Bedlîsê mezin bû. Di sala 2015'an de li gel xizmekî xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû. Hevrêyê me Mervan her kêliya xwe fedaî têkoşînê kir da ku tola êrîşên nemirovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê me hilîne û her dem hay jê hebû ku divê erk û berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê me teqez bi cih bîne. Bi tevlîbûna xwe ya bêdudilî, jêhatîbûna xwe di taktîkên gerîlatiyê de û girêdanên hevrêtiyê yên xurt ên ku ava kiribûn, di her qad û her xebata ku tê de bû, bû xwedî şêwazekî ku teqdîra hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêyê me Zemanî, li Pirsûsa Rihayê di nav malbateke hêja de ku bi vê kevneşopiya dîrokî ve girêdayî û hestên welatparêziyê lê serdest bûn, çavên xwe li cîhanê vekir. Hevrêyê me Zemanî, ku demekê wek milîs xebat meşand, tiştên ku dikir tu carî têr nedît û bawer kir ku divê zêdetir bike. Di sala 2017'an de tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû, bi têkoşîn û berxwedana xwe navê hevrêyê me yê nemir Zemanî – Mustafa Gezgor ê ku li Rihayê bûbû efsane hilda û gava xwe ya yekem avêt jiyana gerîlatiyê. Ji bo bibe milîtanekî ku bersivê bide pêvajoya şer a dijwar a domdar, her dem bû xwedî hewldaneke mezin." Agahiyên nasnameya hevalên me yên ku gihîştine şehadetê wiha ne:

Zagros Cîlo (Muhîttîn Kaya), li Amedê jidayîk bûye, 25’ê Gulana 2017’an li Metîna şehî bû.

Piling Jan Colemêrg (Necmettîn Yaşar), li Colemêrgê jidayîk bûye, 25’ê Gulana 2017’an li Metîna şehîd bû.

Êriş Feraşîn (Ahmet Abî), li Wanê jidayîk bûye, 25’ê Gulana 2017’an li Metîna şehîd bû.

Hêjar Zinar (Erkan Hakîr), li Wanê jidayîk bûye, 25’ê Gulana 2017’an li Metîna şehîd bû.

Sekvan Zagros (Recep Taniş), li Wanê jidayîk bûye, 25’ê Gulana 2017’an li Metîna şehîd bû.

Têkoşîn Cûdî (Yildiz Yilmaz), li Şirnexê jidayîk bûye, 31’ê Gulana 2017’an li Metîna şehîd bû.

Mervan Hêvî (Tacettîn Baydir), li Mûşê jidayîk bûye, 16’ê Gulana 2017’an li Metîna şehîd bû.

Zemanî Sûrûç (Okkeş Akbalik), li Rihayê jidayîk bûye, 16’ê Gulana 2017’an li Metîna şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.