Mijar aştî û azadî ye

Şemî 18 Cotmeh 2025 - 03:18

Meclîsa Dayîkên Aştîyê piştî 12 salan li avahiya ÇandAmedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi şîara “Dayîk Pêşengên Civaka Demokratîk û Aştiya Mayînde ne” konferansek li dar dixin. Konferans wê 2 rojan berdewam bike. Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Raîfe Ozbey derheqê konferansê de axivî û anî ziman ku mijara wan a konferansê ya sereke aştiye û dixwazin şer bi dawî be. Raîfe Ozbey da zanîn ku ev 12 sal in konferans li dar nexistine û got:“Me mehek berê bi Dayikên Aştiyê re delegeyên xwe hilbijartin. Wê Dayikên Aştiyê yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tevlî konferansê bibin. Em ê di konferansê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaşan bikin. Em ê armanc û daxwazên xwe di konferansê de bînin ziman. Mijara me ya sereke jî aştî û azadî ye. Rol û rista dayikan di vê pêvajoyê de çi ye? Dayik divê çi bikin? Em ê werin li gel hev û van mijaran nîqaş bikin. Rêveber û nûnerên saziyên sivîl û demokratîk jî wê tev li konferansa me bibin.” Raîfe Ozbey bal kişand ser provokasyonên li dijî pêvajoyê û got:“Armanca me pêkanîna aştî, wekheviyê ye û bidawîkirina şer e. Bila provakasyon çênebin, xêrnexwaz bila pêvajoyê xera nekin. Çi ji destê me bê jî em ê bikin. Divê êdî deriyê girtîgehan bên vekirin û rêya serê çiya were vekirin. Divê dest ji van provokasyonan bê berdan û ev gel jiyanek bi rûmet û bi hev re bijî. Li dijî van provokasyonan bila bisekinin û pêvajoyê bigihînin armanca wê.”

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.