Hûn çi vedişêrin?
Şemî 18 Cotmeh 2025 - 03:17
Jinên TJA'yî diyar kirin ku ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîş ku bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, divê pirsên wekî "ATK hewl dide çi biparêze? Rektor çi vedişêre?" demildest bên bersivandin.
Salek di ser mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaiş re derbas bû. Piştî ku di 27'ê Îlona 2024'an de ji wargeha xwe ya li Wanê derket, careke din venegeriya. Di dema lêgerînê de, cenazeyê Rojîn Kabaîş di 15'ê Cotmeha 2024'an de li taxa Mollakasimê li peravên Gola Wanê hat dîtin. Dosyaya ku di çarçoveya lêpirsînkirina bûyerê de hat vekirin, di bin biryara nepenîtiyê de ye. Raporên ku ji hêla Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatine amadekirin jî çend meh şûnde hatin aşkerakirin.
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê bûyerê de destnîşan kirin ku divê pirsên der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de werin bersivandin.
Aynur Sarica diyar kir ku di doza Rojîn Kabaîş de hîn encamek nehatiye girtin û got ku bûyer bi hinceta "xwekuştinê" tê veşartin û hewl tê dayîn bê jibîrkirin. Aynûr Sarica got: "Bi rastî, sûcek aşkera hebû. Û bi polîtîkayên bêcezatiyê, bi kuştinên gumanbar sûcdar li kolanan jinan hedef digirin. Bi polîtîkayên bêcezatiyê, kuştinên jinan hîn jî zêde dibin. Me gelek caran hewl da ku li kolanan, di xwepêşandanan de, di hevpeyvînan de û bi rêya çapemeniyê aşkera bikin ku Rojînê xwe nekuştiye, ew hatiye kuştin. Rapora dawî ya ATK'ê careke din îspat kir ku em rast bûn û ev cînayet bû."
Oznur Evîn jî diyar kir ku raporên dawî yên ATK'ê cewhera rastîn a bûyerê eşkere kirine, hebûna nimûneyên DNA'yê yên du mêran di laşê Rojînê de destnîşan kir. Oznûr Evîn bal kişand ser ixtîmala zêdebûna êrişa zayendî û got: "Divê ATK û dezgehên din ên bicîhanîna qanûnê raya giştî li ser çarenûsa Rojînê agahdar bikin. Divê ew demildest sûcdaran jî bînin ber dadgehê. Em ê heta ku edalet pêk were li qadan bin. Piştî rapora ATK'ê me çalakiyên xwe zêde kirine. Ronîkirina vê bûyerê û cezakirina berpirsiyaran dê raya giştî rihet bike."
MA/WAN