Ji depoyê ber bi muzexaneyê ve; Barûtxane

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Tebax 2026 - 18:00

  • Dema ku Iraq bûbû qadeke pevçûnê di navbera împaratoriyên Osmanî û Sefewî de, berî ku dewleta Iraqê ya nûjen bi sînorên xwe yên îroyîn yên naskirî were avakirin, li hundirê Mûsilê, avahiya “Barûtxane” wekî şahidek ya ji bo serdemeke pir aloz di dîroka Iraqê de serî hilda.

 

Piştî dehsalan ji paşguhkirinê, avahiya dîrokî “Barûtxane” hêdî hêdî wekî beşek ji projeyek restorasyonê ya ku ji hêla navnetewî ve tê fînansekirin, karakterê xwe vedigerîne da ku amadekariya veguherîna wê bo cihekî çandî bike ku muzexaneyek şer û pirtûkxaneyek giştî jî di nav de ye.

Barûtxane wekî yek ji abîdeyên dîrokî û çandî yên Mûsilê tê hesibandin ku dikeve ser sûra bakurê Mûsilê. Piştî dehsalan ji paşguhkirinê, avahiya dîrokî hêdî hêdî wekî beşek ji projeyek restorasyonê ya ku ji hêla navneteweyî ve tê fînansekirin, karakterê xwe vedigerîne da ku amadekariya veguherîna wê bo cihekî çandî bike ku muzexaneyek şer û pirtûkxaneyek giştî jî di nav de ye. Navdariya “Barûtxane” ji du peyvan “barût” û “xane” pêk tê. Ev bi fonksiyona wê ya orîjînal ve girêdayî ye ku cihek ji bo hilanîna barût, cebilxane û gule û topane.

Li gorî çavkaniyên dîrokî, avahî di sala 1834’an de di dema serweriya Waliyê Mûsilê Mihemed Paşa de hatiye avakirin. Di demekê de ku Împaratoriya Osmanî desthilatdariya xwe ya navendî jinûve saz dikir û saziyên xwe yên leşkerî û îdarî li Mûsilê jinûve organîze dikir. Ev yek jî piştî bidawîkirina serweriya Dawid Paşa, ku waliyê dawîn yê Memlûkan yê Bexdayê bû, pêk hatiye.

Di destpêka sedsala 16’an de, Sefewiyan karîn serdestiya xwe li ser Bexdayê û deverên din yên Iraqê ava bikin. Berî ku Osmaniyan di sala 1534’an de di bin serweriya Sultan Silêman de Bexdayê dagir bikin, pevçûna di navbera her du hêzan de li ser deverên cuda yên Iraqê di qonaxên paşîn de jî berdewam kir. Bi vî awayî, welat di piraniya qonaxan de bû qada pevçûn û danûstandina hegemonyayê di navbera her du împaratoriyan de.

Nakokiya sereke di navbera du împaratoriyan de bû, di demek de ku hêzên herêmî, eşîr û serkirdayetiyan li gorî şert, mercên siyasî û leşkerî helwestên cuda girtin. Kontrola Osmanî ya li ser Mûsil û Iraqê beşek ji dîroka Împaratoriya Osmanî ya li herêmê bû. Avakirina avahiya “Barûtxane” ya li Mûsilê wekî beşek ji jinûve organîzekirina desthilatdariya Osmanî û saziyên wê yên leşkerî bû. Di sedsala 19’an de, ev cih saziyeke Osmanî bû. Ew ji bo hilanîna alavên ku di pergala leşkerî ya Mûsilê de dihatin bikaranîn, hatibû veqetandin.

Girîngiya dîrokî ya Barûtxaneyê îro ji wê rastiyê tê ku avahî şahidê wê serdemê ye, ne ku temsîla partiyek an projeyek siyasî ya taybetî dike. Parastina vê deverê nayê wateya parastina dewleta Osmanî. Berevajî vê, ew tê wateya parastina abîdeyeke mîmarî ku dibe alîkar ku serdemek di dîroka Mûsil û Iraqê de bi hemî tevliheviyên wê were fêmkirin.

 

Ji sê avahiyên sereke pêk tê

Barûtxane ji sê avahiyên sereke pêk tê ku rûberek bi qasî 2,374 metre çargoşe digire û ji 11 metreyan bilindtire. Avahiya sereke, ku sîmayê xwe yê resen parastiye, avahiyek du qatî ya balkêşe. Ew bi qasî 22 metre dirêj û 17 metre firehe. Avahî ji derve bi piştgirên mezin yên ku li gorî xweza û fonksiyona avahiyê hatine guncawkirin. Avahiya duyemîn bi qasî 12 metre dirêj û 4 metre firehe, ji qatek pêk tê û ji odeyên sade pêk tê ku ji bo bicihkirina karmendên Barûtxaneyê hatine veqetandin. Avahiya sêyemîn jî, ji bo efser û erkên leşkerî hatiye veqetandin.

Dîroka avahiyê bi dawiya mîsyona wê ya leşkerî neqediya. Belkû ew di çend qonaxan de jinûve hate bikaranîn. Di dawiya salên 1970’yan de, avahiya Barûtxane wekî cihek ji bo kirîn û firotina kelûpelan hate bikaranîn. Berî ku veguhere Muzexaneya Çanda Civakî ya Zanîngeha Mûsilê, Barûtxane heta salên 1990’an bi vî rengî ma.

Muzexane heta sala 2003’yan di wê avahiyê de berdewam kir, piştre ji bo zanîngehê li Taxa Çandî hate veguhestin. Piştî wê, avahiya Barûtxane ji bo demek dirêj hate bikaranîn û hate parastin. Bi derbasbûna salan, avahî bi xirabûnê re rûbirû ma û di beşên dîwar û banan de zirar xuya bû. Bêgûman ev jî mîna piraniya avahiyên çandî yên din yên li Mûsilê ji paşguhkirinê bêxemiyê dinalînin.

Di çarçoveya vejandina bajarê Mûsilê de, Rêveberêiya Arkeolojî û Çandê yê Nînowayê dest bi sererastkirin û nûjenkirina avahiya Barûtxaneyê kir. Bi piştgiriya navneteweyî û bi hevkariya rayedarên pêwendîdar ên Iraqê, xebata restorasyonê beşek ji projeya “Vejandina Ruhê Mûsilê” ye ku ji hêla UNESCO ve bi piştgiriya darayî ya Yekîtiya Ewropa û bi hevkariya Lijneya Giştî ya Arkeolojî û Çandê ve tê pêkanîn.

Karên sereke yên Barûtxaneyê ji bilî parastina taybetmendiyên mîmarî yên resen yên avahiyê, rakirina bermahiyan, rastkirina cihê, dermankirina derzên di dîwar û banan de, rakirina qatên zirardar, sererastkirina stûn û kemerên hindirîn vedihewîne.

 

Depoya barûtê

Serokê Lîjneya Çavdêrî û Şopandina Cihê Barûtxaneyê, Fazil Mihemed têkildarî avahiyê axivî û got; “Rêjeya pêkanîna xebatên nûjenkirinê gihîştiye nêzîkî %60 ‘e û em dixwazin ku kar di destpêka sala bê de biqede. Avahiya Barûtxane di sala 1834’an de di dema desthilatdariya Osmaniyan de bi fermana waliyê wê demê yê Mûsilê Mihemed Paşa Bayradar ve hatiye avakirin. Navê avahiyê ji fonksiyona wê ya resen wekî depoya barûtê tê.”

Li gorî nexşeya avahiyê, piştî temambûna xebatên nûjenkirinê, qata jêrîn dê ji bo avakirina muzexaneya çanda şer li Mûsilê were veqetandin. Qata duyemîn jî dê ji bo niştecih û mêvanên bajêr wekî pirtûkxaneyek giştî were veqetandin. Ev karanîna nû erkekê temam cuda dide avahiyê ji erkê xwe yê resen. Piştî ku di serdema leşkerî ya dîroka bajêr de cihek ji bo hilanîna cebilxaneyê bû, dibe ku bibe cihek ji bo parastina agahdarî, bîranîn û nîşandana şûnewarên dîrokî.

Projeya ‘Vejandina Ruhê Mûsilê’

Rêveberê Venêrîna Arkeolojî û Çandî ya Nînowayê Ruwîd Mûfiq li ser mijarê ji ajansa me re axivî û got;  “Jinûve avakirina avahiya Barûtxaneyê beşek ji qonaxa sêyemîn a projeya “Vejandina Ruhê Mûsilê” ye, ku ji hêla UNESCO’yê ve tê pêkanîn. Muzexane dê di avahiyê de were çêkirin. Ewê bibe yekem muzexaneya bi vî rengî ya li parêzgeha Nînowayê, ku roleke nû dide vî cihê di danasîna dîroka leşkerî û çandî ya Mûsilê de.”

Pêvajoya restorasyona avahiya Barûtxaneyê xwedî girîngiyeke taybete. Ji ber ku ew sîmayê avahiyê wekî beşek ji dîroka Mûsilê vedigerîne, ne wekî sembola dewleta ku ew avakirî. Mûsil bajareke ku bi sedan salan vedigere serdestiya Osmanî û Sefewiyan û şahidiya gelek şaristanî, dewlet û împaratoriyan kiriye.

Restorasyona avahiyek Osmanî ne hewce ye ku spasiya serdestiya Osmanî bike. Çawa ku belgekirina nakokiya Osmanî-Sefewiyan nayê wateya girtina aliyekî ji her du aliyan; Belkû, nirxê rastîn yê restorasyonê di parastina delîlên madî de ye ku dê alîkariya nifşan bike ku dîroka bajêr fam bikin û Iraq bizanin ka ew çawa çêbûye, bi serdemên wê yên cûda, di nav de serdemên pevçûn û serdestiya biyanî. Ji ber vê yekê, Avahiya Barûtxaneyê ji şûnewarekê leşkerî ya bi serdema pevçûnên împaratorî ve girêdayî vediguhere cihekî Iraqî ji bo parastina bîr û dîrokê.

Vegerandina beşek ji nasnameya dîrokî

Çalakvanê Sivîl Mûhend Neîmî jî di vê derbarê de wiha axivî; “Jinûve avakirina cihên çandî li Mûsilê gaveke girînge ji bo vegerandina beşek ji nasnameya dîrokî ya bajêr, ji bilî rola vejandina geştiyariyê û teşwîqkirina aboriya herêmî.”

Neîmî hêvî dike ku ji bo sererastkirina deverên arkeolojîk û çandî yên mayî yên ku wêran bûne, piştgiriyek bêhtir hebe. Bi taybetî yên ku di dema dagirkirina Mûsilê ya 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bandor lê bûne. Girîngiya van projeyan ne tenê bi parastina dîwaran ve sînordare. Ji ber ku vejandina deverên dîrokî dikare bibe alîkar ku bîra kolektîf a bajêr were sererastkirin, geştiyariya çandî were vejandin, di warên restorasyonê, pîşesaziyên hunerî yên kevneşopî û xizmetên geştiyariyê de kar werin afirandin.

Piştî zêdetirî sedsale û nîvekê ji bidawîbûna mîsyona xwe ya leşkerî, Barûtxane di qonaxek nû ya dîrokê de ye. Avahiyek ku di sedsala 19’an de wekî beşek ji pergala leşkerî ya yek ji împaratoriyên ku li Mûsilê hikum dikirin hatiye damezrandin; îro dikare ji bo zarok û mêvanên bajêr bibe muzexane û pirtûkxaneyek. Bi vî awayî, bihayê Barûtxaneyê di fonksiyona xwe ya kevin an jî di aliyê ku ew afirand de namîne. Belkû bi hemû tiştên ku dîrokê di şaristanî, nakokî, împaratorî û aloziyên siyasî de di nava xwe de hewandiye, ewê şahidê dîroka Mûsil û Iraqê be.

Berê li avahiya Barûtxane; teqemenî û barût di navbera dîwarên wê de dihatin depokirin. Îro çîrokeke cuda dikare destpê bike; Çîroka cihekî ku dîrokê diparêze li şûna ku bibe beşek ji şer, ji nifşên pêşerojê re derfetekê pêşkêş dike ku demboriya Mûsilê ji perspektîfa xwe bixwînin, wekî bajarekî kevnar ku heta roja îro şûnwarên xwe û şahidiyên xwe parastiye.

EYMEN ESED-ROJNEWS/MÛSIL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.