Fabrîkaya peyvan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 24 Tebax 2026 - 18:00

  • Şîrketa peyvan pêvajoyeke taybetîkirina (arizîkirina) ragihanê daye destpêkirin. Erka wê ew e ku peyvên ji aliyê şîrketê ve hatine afirandin qeydbike û wan li gorî qayde û rêzikên mafên telîfê li nav civakê belav bike.

 

Navê min Markus Lei ye û ez afirînerê şîrketa pêşîn im ku wê xwe weqfî daristina peyvan kiriye. Ez damezrînerê zimanê dahatûyê Verbâyê me.

Şîrketa peyvan bi fonksiyonaneke nûxwaz dest bi kar kir: Komeke biçûk a lêgerînê peyv diafirand, ji bo mafên telîfê tomar dikir û ew wek malekî mezaxê pêşkeşî pîyasê dikir.

Şîrketa pêşîn a ku peyv hildiberandîn, di demeke kurt de geş bû û bi pêşket. Me kesên pîspor ên di mijara felsefeyê de, di teorîya ragihandî û di warê pîyasê yan jî aborîyê de tevî binyata xwe kirin û me digel komek nivîskar, wêşankar û hunermendan da ku ji şîrketekê re xizmet bike, ku mebesta wê jî ew bû peyvan bifiroşe, di warê Ragihana Pîşesaziyê (senayîyê) de ekîba ewilî ya pîspor çêkir.

Verba îro li bîst û du welatan, digel personelên xwe yên peymandanî yên ku hejmare wan ji penc hezarî zêdetir e, ji bo zimanê nû Verbâyê peyvan hildiberîne.

Şîrketa peyvan pêvajoyeke taybetîkirina (arizîkirina) ragihanê daye destpêkirin. Erka wê ew e ku peyvên ji aliyê şîrketê ve hatine afirandin qeydbike û wan li gorî qayde û rêzikên mafên telîfê li nav civakê belav bike.

Li gorî pêwîstiya rêzikên bazara serbest peyv wek heyberan (objeyan), lê ziman jî wek malekî ticarî têne firotin. Verba hemû mafên telîfê diparêze.

Roja îro encama ku şîrketa me ya pirneteweyî gihiştiye ew e ku ziman temsîla afirana çandî ya herî bilind a gelekî ye. Her gel di domana hezaran salan de bi pûtêpedan zimanê xwe derdixe holê û ev mîras jî nifş li dû nifşê ji bo wê civatê dibe xwedî karakterekî wîsan ku edî nasnameya wê dinimine.

Digel kanên sîrûştî, mîrasên çandî yên ku her zimanek temsîla wan dike, heyînen herî hêja yên li dinyayê ne. Fikir wek roniyekê geş derket rastê: Tiştê divê me bikira ji tenê ew bû ku me zimanek biafiranda û kesên ku pê bipeyivîyan ji de mezexer û têberên me bûna. Li gorî hewcedariya qanûnên erd û talebê jî, divê zimanekî nipînû bûya ku bikaribûya bi zimanên din ên li dinyayê re reqabet bikira.

Şîrketa peyvan keşf kir ku ragihan ji dikare ji aliyê aborî ve berdar bibe û loma der barê belavbûna zimanê de metoda xwe dahênand (îcad kir). Ev metoda afirîner ne li gorî hewcetîya temsîla çandî ya xelekî û veguhastina wê ya li nîşan, lê belê ji hereketkirina fonksîyona ragihanê ya zimanekî ku tenê kar û qazanca aborî ya şîrketekê taybet dide ber çavan, dişixule.

Du sal piştî avabûnê dest pê hate kirin û Verba li borsayê hate firotin, piştî belavbûna peyvan a wek sosyal a li sedan welatan jî, her sal kara xwe hîn bêhtir zêde kir. Neyarên me wek McWord gazî me dikin.

Bi belavbûna peyvan a wek sosyal re, mirov ji ber xwe ve li wan peyvan bûne xwedî û digel ku di rastiyê de ew hemû malên şîrketeke taybet in jî, lê Verbâyê kiriye ku îro bi hezaran peyvên di zimanê devkî de tên bikaranîn bibin wek heyberekê kirin û firotanê. Û mîna hemû milkên taybet û arizî, şîrket mafê wan ên bikaranînê dipareze.

Eger Bil Gates împaratoriya kompîteran ava kiriye, û du car bi destdana mişkî (maûsê) mafên telîfê hildabe bin hêvş û mihafizaye, ez Markus Lei jî bi ser ketim ku îro roj bibim xwediyê bi milyonan peyvan ku ew di labaratuvarên ziman de hatine darastin û çêkirin. Di dîroka mirovahiyê de ez kesê pêşîn im ku xwediyê zimanekî ye.

Û ji makîneyên hilberînê bêhtir pêdivîya min bi dengên qirik û gewriyê heye.

Peyva ku cara pêşîn ji aliyê Verbâyê ve li Buroya Qeydan a Mafên Ramanî ya Navneteweyî hate tomarkirin, bûjeya Leu bû. Ji aliyê birkaranîna giştî ve peyva Leu îro li beşeke mezin a cîhanê, nemaze li welatên bakur û li welatên Yekîtiya Sovyetên berê ji hêla şêweya bikaranînê ve di Ferhenga Verbayê de wiha tê tarîfkirin: “Diltengiya hîsî; acizî, sarbûn an jî kerixîna ku ji westabûn an jî ji têkiliya hîsî yan jî evînî diqewime.” Çi gava hest û hîsên te giran bibin, çi çaxa ku ji ber rewşa hestiyarî ji kirina heman karî tu bêzar û aciz bibî, çi wexta ku tu bixwazî ji fikirîna li ser gelşên xwe yên bi hewsera/ê xwe re birevî, nexwe tu Leu yî. Ez Leu me yan jî gelek Leuyên min hene. I’m leu. Je suis leu. Ev bû peyva pêşîn ku şirketê ew kir piyaseyê. Bi awayê ku ji sînoran derbas bibe, di demeke kin de li nav bi milyonanan kesî belav bû.

Li gorî bultena ekonomîk a dawî ya Verbayê, rojê nêzî hezar peyvên nû em dixin piyaseyê. Şirketa me ne ku divê her sal li gelek welatan firoşgehan veke û ew jî bi awayekî rasterast firotanê bikin, hewce ye li ser afirandina peyvan, belavekirin û sosyalîzekirina wan a ji aliyê bîrek kanalên ragihandê ve bifikire.

Peyvên nû yên şirketê xwedî nirxa herî zêde ne. Kara wê ya par jî, ji kara şirketa petrokimyayê Shelê bihartiye. Verba hemû rekorên dîrokî yên li borsaya Wall Streetê dişikêne. Peyvên şirketê li kuçe û kolanan bûne wekî moda. Futboler, aktor û stranbêjên navdar, ji ber ku bi hemû sirûştiya xwe reklamên peyvên şirketê dikin û bi milyonan lîra pere distînin.

Verba êdî li herêmên cuda yên dinyayê xwedî kanalên ragihandê ye. Televizyonên me bi xwe, radyoyên me, portalên me yên înternetê, weşanxaneyên me yên ku kitêbên helbest, çîrok, edebiyat a zarokan û yên dersê çap dikin û diweşînin, hene. Beşeke mezin a çapemeniyê -ku şirketê dest pê kir ji van ên stratejîk jî kirîn- di îlanên xwe de peyvên Verbayê bi kar tînin.

Peyvên Verbayê ji bo têgihîştina hin mesajan êdî bûne wek pêdiviyekê û lêkolînên me yên bazarê nîşan didin ku piraniya merivan xwedî wê baweriyê ne ku axaftina bi Verbayê keşfa şexsî ya herî baş e.

Li tevahiya dinyayê bi hezaran navendên ragihandê li herêmên cuda peyvan hildiberînin û çêdikin. Verba ku ji bo bazarên îngilîz, rûs, îspanyol -bi taybetî li Amerîkaya Latîn- û fransiz dest pê kiriye peyvan çêdike, li wan welatan jî ku peyvên wan hindiktir belav dibin, dest bi qazanckirinê kir û eko-zimanzan îcar ji ber van guherînen ku diqewimin êdî bi dengê bilind diaxivin; ji lew re hişyarî didin ku ji ber vê îstilaya Verbayê dê zimanek cihê zimanekî din bi-gire û pêvajoya windabûna azadiya derbirînê bi xwe re bîne. A rast, fabrîkaya peyvan halê hazir li welatên başûr jixwe ketiye mufredata dibistanan. Û hin dê û bav jî peyvên ewil bi zimanê Verbayê hînî zarokên xwe dikin, ev jî dike ku nifşeke nû peyda bibe ku zimanê wan ê pêşîn Verba ye.

Li gorî hesabên me û ku rewşa heyî ya niha wiha bidome, dê zimanê Verbayê di nav bîst û pênc salan de bibe zimanê dehemîn ê cîhanê ku herî zêde kes bi wan dipeyivin.

Kar baş diçe. Ne tenê wek kesê ku pê diaxive, wek kesê ku mezêxerê wê û afirînerê zimanekî ye jî ez ê derbasî dîrokê bibim. Piştî ku ademîzad ji bo xwarinê, ji bo avê, ji bo enerjîyê, ji bo xanî yan jî ragihanê diravdayîn keşf kir bi şûn de êdî dor hatiye diravdayîna ji bo axaftinê jî.

Zimanê Verbayê zimanê dahatûyê ye.

Dê demek were ku bi milyonan meriv bi zimanekî ku ne yê wan e, ne aîdî wan e biaxivin.

Ew ê bi zimanê min biaxivin.

SECHU SENDE

*Ev nivîs an jî gotar ji pirtûka Sechu Sende ya bi navê “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” hatiye girtin. Zana Farqînî gotara resen wergerandiye Kurdiya Kurmancî. Pirtûk ji hêla Weşanên Avestayê ve hatiye çapkirin.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.