
- Li Tirkiyeyê, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi înkarkirina Kurdan re dest pê kirine, têkoşîna gel jî berdewam dike. Di çarçoveya pêvajoya ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir de jî, daxwazên ji bo statuya ziman û çanda Kurdî zêdetir derdikevin pêş.
Servet Ozkan ê ku li girtîgehê dest bi nivîskariyê kir, di vê çarçoveyê de bang li desthilatê kir ku gavan bavêje. Ozkan ê ku bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî gelek pirtûkên çîrok û helbestan nivîsandiye di 14 salan de li girtîgehên bajarên wekî Amed, Wan û Edeneyê hat ragirtin. Ozkan ê ku di bin bandora çîrokên jiyanê yên malbatên girtiyan de ma û ev çîrok nivisî, bi pirtûkên xwe yên bi navê “Stêrk” û “Evîna Zarokên Bêwelat” behsa tiştên ku malbatên di têkoşînê de berdêl dane kir û xwest bi vî rengî xizmetê ji bo zimanê Kurdî bike.
Bi berhemên Kurdî xwedî li Kurdî derket
Ozkan diyar kir ku bi dinivîsê zêdetir têgihîştîn û hezkirina wî ya ji bo Kurdî jî kûrtir dibe û ev tişt got: "Pergal li ser înkar û tunekirina Kurdî hatiye avakirin. Ji bo ku zarokan ji zimanê wan dûr bixin, ew şandin dibistanên leylî (YIBO). Ew ji zimanê wan qut kirin. Ev rewş ji bo wî zimanî qetlîameke komî bû. Lê nikarin vî gelî biqedînin û asîmile jî bikin. Kurdan têkoşîneke mezin da. Piştî şeş-heft salan, ciwanên ku li dibistanan dixwînin hêdî hêdî şiyar bûn û dest bi şikandina vê zincîrê kirin. Divê em jî erka dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Êdî pêwîst e Kurd di malên xwe de bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bijîn. Mirovê ku ji zimanê xwe re biyanî be û zimanê xwe nezanibe, nikare hebûna xwe nîşan bide. Ji bo zarokan pirtûkên Kurdî hene. Em dibînin ku xwendina bi Kurdî roj bi roj zêde dibe. Lê mixabin em ne pêşeng in. Divê her ciwan û zarokekî Kurd li dibistanên ku diçinê de bi Kurdî biaxive. Divê em li her derê xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin."
Ozkan bal kişand ser têkoşîna ku bi dehan salan e tê kirin û wiha axaftina xwse bi dawî kir: "Kurdî xeta me ya sor e. Em bi sîstemeke dagirker re rû bi rû ne. Pêvajoyek dest pê kir. Êdî çare ev e ku aliyê din gavekê baveje. Ji bo vê pêvajoyê tiştê herî girîng ê ku divê em bikin ev e ku em di saziyên xwe de bi Kurdî biaxivin. Em nehêlin ku me bikşînin nav sîstema xwe."
MA/WAN







