
- Hewraman yek ji wan deverên ku di warê çand, huner û kevneşopiyan de herî dewlemende. Hewraman dikeve nava sinorê parêzgeha Helebce ya Başûrê Kurdistanê de. Lê niha ji ber paşguhxistina deverê ya ji aliyê hikûmeta Herêmê ve, metirsiya windabûnê li ser çand û resentiya deverê çêbûye. Di derbarê mijarê de xelkê devera Hewraman ji ajansa me re axivîn.
Welatiyê bi navê Sedûn Geçêneyî da zanîn ku Hewraman bi çand û resentiya xwe ya taybet dewlemende û got: “Pêwîst dike ku cihek wek mûzexaneyan hebe da ku çand û ferhenga deverê têde were parastin. Ji cilûbergan bigre ta digihe şêwazê avahîsaziyan xwedî şêwazek taybet e. Ez bi xwe jî dixwazim hemû malek li Hewraman ev şêwazê cilûbergan têde hebe. Pêwîste em van cilûbergên xwe li xwe bikin û nîşanî nifşên li pey me de tên jî bidîn.” Sedûn Geçêneyî diyar kir ku wî bi xwe gelek parçeyên keleporî heye û parastiye û got: “Gelek tiştên çandî hene, lê heta niha li deverê mûzexaneyek nîne ku ev tişt têde werin parastin. Ev jî metirsiyê li ser tinebûna van kelûpelên çandî çêdike. Ger salê carek di rojên taybet de ev cilûberg li ber xwe bikin, wê çawa metirsî li ser çênebe û winda nebe. Ger cihek me hebe û ev kelûpel têde werin parastin wê winda nebin. Banga min ji bo Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ewe ku mûzexaneyek çandî ji bo devera Hewraman were avakirin da ku hemû tiştên ciwan yên Hewraman têde werin parastin.”
Xelk dixwaze vê çandê biparêze
Welatiyê bi navê Cemal Seîd jî li ser mijarê got: “Hewramiyan di berê de ji bo piraniya pêdawîstiyên xwe pişta xwe nedane derve, bi taybetî ji bo cilûbergan; qatê şal ji mûyê bizina merezê çêkirine. Her wiha kulebal ji mûyê berxan, mişkî (şarperik) jî em bi xwe çêdikin, li gel şelemeya Hecîcî û kelaş jî me ji bo xwe çêkirine. Ev hemû berhem û çanda Hewramanê ne. Ger hikûmet cihek ji bo me peyda bike, xelkek zêde heye dixwazin vê çanda me biparêzin. Wê ji derve de jî xelkê deverên din werin serdanê bikin û bizanin çanda deverê çawaye. Mixabin Hewramanî bi xwe jî di parastina çanda xwe de xemsarin. Pêwîste em ji mal û taxên xwe despê bikîn. Wek mînak jî zimanê me ber bi kêm karanînê ve diçe. Ev ziman jî ji bav û bapîrên me ji mere maye.
‘Piştgiriyek baş ji bo zaravayê Hewramî divê’
Welatiyê bi navê Enwer Hewramî jî diyarkir ku ew van cilûbergên li ber xwe tenê di rojên cejnan û taybet de li xwe dikin û got: “Pêwîste em piraniya deman van cilûbergan li xwe bikin. Pêwîste piştgiriyek baş ji bo zaravayê Hewramî were dayîn. Ji ber ku dema ziman pêşket wê aliyê çand, huner û ferhengê jî pêşbikeve. Ger em bixwazin çand û resentiya Hewraman nîşan bidin, divê hikûmet hewl bide gundan ava bike. Lê heta niha gundek jî avanekirye û giringî bi vê deverê nedaye. Di demekî de ku Hewraman xwediyê hertiştî ye, ji çand, ziman, sitran heta ferheng û şêwazê taybet yê avahîsaziyan heye.”
ROJNEWS/HEWRAMAN







