
- Zadîna Şakir her çiqas li dû xwe çîrokek jiyaneke xemgîn hiştibe jî, stranên wê yên hêja yên di çanda Kurdî de cihê xwe girtine, bûn nîşaneya têkoşîn û berxwedana wê.
Zadîna Şakir yek ji dengbêjên jin ên navdar bû. Jineke jêhatî bû. Ev hunermenda hêja, ku hem bi dengê xwe û hem jî bi çîroka jiyana xwe ya dilşewat tê nasîn, ji civaka Kurdên Êzîdî yên Ermenistanê bû. Zadîna Şakir zewaceke bê dilî malbata xwe kiribû û malbat jê xeyidîbû. Bedela vê bi awayekî giran kişand. Lê dîsa jî wê bi kilamên xwe dev ji rêya têkoşînê berneda.
Malbata wê ji ber qirkirin û komkujiyên sala 1917'an a li navçeya Dîgora Qersê reviya û koçî Ermenistanê kir. Rêya koçberiyê jî jiyan lê tade kir. Zadîna Şakir di sala 1943'yan de li navçeya Kervanser a Axbaranê, Ermenistanê ji dayik bû. Koçberî bi vê ya neqediya. Paşê, malbatê koçî Yêrêvanê kir. Zadîna yek ji jinên pêşîn bû ku li Radyoya Yêrêvanê kilam gotiye. Mîna Sûsika Simo û dengbêjên din ên jin, wê li dijî kevneşopiyên baviksalarî li berxwe da. Gelek jinên dengbêj li dijî vê yekê têkoşiyane û wiha li ser piyan mane.
Zadîna Şakir bi dengê xwe yê xweş û dil mest dike di hafizaya Gelê Kurd de cihekî taybet girt. Di sala 1959'an de berhema Erebê Şemo ya bi navê "Kurdên li Ermenistanê" wek belgefilmekî hat kişandin. Di belgefîlmê de strana Zadîna ya navdar "Darê sorê bisûkê" wek mûzîka paşperdeyê hatiye bikaranîn. Eskerê Boyîk di pirtûka xwe ya bi navê “Çanda Kurdên Sovyetê” de dibêje, “Zadîna bi strana xwe ya “Darê sorê bisûkê” bedewiyeke bêhempa li fîlmê zêde kir. Ev jî nîşan dide helwesta Zadîna Şakir a di qada hunerê de hêjayî pesindayinê ye.
Dengê Zadîna Şakir di Radyoya Erîvanê de olan dida. Sekna wê bedewiya dengê wê bû dîrokek. Zadîna Şakir bi Egîde Cimo re orkestrayek ava kir û konser dan. Di heman pirtûkê de, Eskerê Boyîk li ser Zadîna Şakir wiha nivîsiye: "Eger dewletek neteweyî û akademiyeke muzîkê ya kurdan hebûya, Zadîna dê yek ji stêrkên herî baş ên cîhanê bûya." Ev dîsa nîşan dide ku ger derfet zêde bana wê jinên kurd ên hunermend hîn bêhtir bi nav û deng ban û wê hîn zêdetir keda wan bihata xuyakirin.
Zadîna Şakir bi stranbêjiya xwe ji ziman û hunera Kurdî re jî xizmet kir. Stranbêjiya Zadîna Şakir wek jinekê di wê demê de ji aliyê civakê ve nedihat pejirandin. Zewaca wê ya bi xortekî ermenî yê ku wê jê hez dikir re jî bû sedema nerazîbûnê. Ango Zadîna Şakir li hember hinek qalibên civakî jî li berxwe dida. Malbata wê, bi taybetî bavê wê, ew red kir û ji xwe dûr xist. Her çend bavê wê pir jê hez dikir jî, wî qet ev zewaca wê efû nekir. Zadîna Şakir ku xwe ji ber mirina bavê xwe sûcdar dikir, nikarîbû zexta civakî, dûrxistin û sûcdariya li ser mirina bavê xwe tehemûl bike û ew ji hevjînê xwe veqetiya. Lêbelê, malbata wê, ew qet efû nekir û wê mayîna jiyana xwe di tenêtiyek xemgîn de derbas kir. Loma jî di heman demê de çîrokek xemgîn li dû xwe hişt.
Hinek adetên civakî hene ku rê li pêşketin û azadiya mirovan digire. Zadîna Şakir jî bi van astengiyana rû bi rû maye lê belê wê rêya têkoşîna bi hunera xwe hilbijartiye. Zadîna Şakir di sala 2008'an de di 65 saliya xwe de, dema ku ji otobusê dadiket li ber sînemaya Rosiya ya li navenda Yêrêvanê, ji ber qeyrana dil koça dawî kir. Tê gotin ku di nefesa xwe ya dawî de, ew bi êş qêriyaye û gotiye, "Wî bavoo! " Di dema koça dawî de, Zadîna Şakir hîn jî di nava civakê de di binê tecrîdê de bû û bi bêdengî, bêyî malbat û civaka xwe, di rêwîtiya xwe ya dawî de tên hate hiştin. Ew li Goristana Yêrêvanê hate veşartin. Wê çîrokeke jiyana xemgîn û stranên hêja li pey xwe hişt. Wê bi helwest û têkoşîna xwe mînakek hêja û baş li dû xwe hişt.
NAVENDA NÛÇEYAN







