
- Wekî her carê, li ser lata herî jor rûnişt, li bergiya wî bihuşteke rastîn. Aramiyekê xwe bi giyanê wî ve berda. Bîsti kekê bi newayeke xwedayî dilê xwe têr kir. Bêhna wî hatibû ber. Kengî li jêr bajêr ew bêhnfetiskî bikira, berê xwe dida hêlîna xwe ya veşarî. Bi dilsivikiyekê qîma xwe heta çendekî pê dianî û dîsa li dojeha xwe vedigeriya.
Ev jê re bûbû xislet ji bo serî derxistina bi barên giran ên jiyanê re. Kurm û dermanê wî, pira navbera zarokatiyê û îroya wî bû. Di biçûkiya xwe de cihekî nepelandî nehiştibû. Rojekê ji wan rojan dabû pey bilbilekî... Dîtina ku dîtibû li ser latekê ye. Gava li jêrê nêrîbû, qurfekê bi navê girtibû. Bizdiyabû. Hema di cî de ji qamê ketibû. Bi hatina ser hemdê xwe re, devê wî ji hev mabû. Ji heyirîmayînê hew mabû ku zimanê xwe bicûta.
Xwedawo!
Ev çi bedewî, ev çi xweşikî bû!
Ecibandina xwe bi “Weylo, qey ez hatime cineta ezîmşah” dabû der. Reng û dengên biharê yên ku xwe li ber şewla rojê xemilandibûn, çavên wî ji seyrê mest kiribûn. Belê, di nava vê bedewiyê de dijiya lê çav pê neketibû. Bi vê dîtinê re çavekî nû jê re çêbûbû û a niha bi vî çavî dinêrî.
Heyfa xwe pê dianî ku çawa bîra vir nebiriye yan rêya xwe pê nexistiye. Xwedêgiravî ji xwe bi ewle bû ku her derê bihust bi bihust dinase. Qul û qulêrek di ku de bûya zanîbû. Himmm, xuya bû ku hê ciyên kifşnekirî hene. Wê rojê hetanî ber êvarê bi awayekî jiserxweçûyî li wir biliyabû. Wexta daketinê kêf lê qusiyabû. Xwêdanê di paş piştê re avêtibû. Wê çawa daketa xwarê ! Gidî, çawa hilkişiyabû, kir û nekir nedihat hişê wî. Belê, rapelikîbû, lê bi çi hawî ! Îskeîskê pê girtibû. Kes û kûsek nedixuya ku bihata hawarê jî. Tarî dadiket, tirs lê sartir dibû. Çend caran heta tê de hebû da qîrê. Ji dengvedanê pê ve tiştek bi dest neketibû.
Axir, hewla wî bêtir ew qutifand û cî lê teng kir. Ma kê jê re gotibû hilkişe, kirina wî tewşiyeke têra xwe bû. Çawa çêbû, çi lê eyan bû, bi xwe jî pê nizanîbû. Dengekî efsûnî di guhan de pispisandibû. Hema bi carekê re milên xwe rakiribû, perik pê ve şîn hatibûn. Ji şadiyê velîstî per û baskên xwe li hev xistibû. Bi firîna bazekî qure xwe berdabû. Dilê wî bi vê bibîranînê re, bi kêf û coş lêda. Rabû ser xwe. Ma çima nebûya! Wê çaxê mucîzeyekê xwe rê dabûyê û daketibû.
Çima aneka jî xwe nîşan nedê!
Milên xwe vekir, wekî baskan li hev xist û yekser xwe berda. Bayê li bin çengan dixist ew firand. Li ser bajêr têra dilê xwe bi bextewarî çend caran geriya û xwe danî. Bi kêfa serketin û danînê re êrînekê hilçengiya.
Mîratê!
Li ser dil kêra zindanê cit bû.
WELAT ESEN / JI PIRTÛKA ANTOLOJIYA HELBEST Û ÇÎROKÊN NIVÎSKARÊN DI ZINDANAN DE







