
- Gelek lîstikên Kurdî hene. Ev lîstik zarokatiya mirovan tînin bîra wan. Ev lîstik tenê ne valakirina enerjiyekê ye, ev lîstik li ser çand û hunereke dewlemend hatine avakirin. Xwedî hîmekî xurt in.
Lîstikên Kurdî jî yek ji dewlemendiyên folklorîk, çand û hunerî ne. Di nava xwe de hêz, bawerî û dewlemendiyê dihewînin. Her wiha xwediyê bîranînên kûr in. Di jiyana zarok û mezinan de cihekî taybet digirin. Hafizayeke civakî ye. Ev lîstik teşeyên civakî jî radixin pêş çavan. Têkiliya di navbera mirovan de xurt dikin. Ev lîstik kûrahiyeke dîrokî û mîrateyek mezin in. Loma parastina lîstikên Kurdî parastina nasnameya çandî ye. Ev çand divê ji nifşên pişt re jî bê hiştin.
Du lîstikên Kurdî hene. Navên wan çirê û çûkanê ne. Ev lîstik çawa tên lîstin ? Ji bo ev çand ji nifşên pişt re bimînin arşîvkirina wê jî girîng e.
Lîstika çirê
Çirê, yek ji kevintirîn lîstikên Kurdî ye. Ev lîstik berê pir dihat lîstin. Lê niha hema bibêje pir kêm di bîra mirovan de maye. Ji aliyê 10 kesan ve li deşteke fireh an jî li bênderên gundan dihate lîstin.
Kesên ji reva xwe bawer bûn di çirê de cîh digirtin û dilîstin. Komek ji deh kesan pêk dihat û ev kom dibû du beş. Her beşek ji pênc kesan pêk dihat. Ji bo lîstikê li navenda qadê kevirek an jî komek kevir dihat danîn. Peşk dihate avêtin. Peşk li kê biketa nobedarê keviran dibû ew kom. Elbet ev lîstik hinek kevneşopiyên civakî jî di xwe de dihewîne. Lîstikek têkiliyê xurt dike ye. Her wiha ji wê beşa nobedar, ya ji pênc kesan ava bûbû yek dê li hinda komê bisekinîya yên din wê koma duyemîn bişopandana ji bo ku wan bigirin. Lê ji bo vê lîstikê hişyarî lazim e.
Pênc kesên koma dinê jî divê ji koma nobedar dûr bikevin. Heger kesên ji komê dûr dikeve, di navbera koma keviran de ya wekî keleh tê hesibandin derbas bibe, ew kes wê bişewite û ji komê bê derxistin. Ger pênc lîstikvanên din baş nelîzin û bişewitin her wiha tenê lîstikvanek bimîne, wê hemî endamên koma nobedar bidin dû wê/wî kesî heta ku wê/wî bigirin û di lîstikê de bi ser bikevin. Dema ew dihatin girtin, lîstik diqediya. Di vê lîstikê de ger nobedar yek bimîne kar zor dibe. Wê demê pênc lîstikvanê dinê tên derdora wê/wî. Heger destê xwe li wê/wî xistana ew jî dişewitî û lîstik wiha bi dawî dibû. Ev lîstik navê wê çirê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN







