
- Yek jî bajarê Tirkiyeyê ku hejmareke mezin Kurd lê dijîn Enqere ye. Li Enqereyê ji bilî Kurdên Anatoliyaya Navîn gelek Kurdên ji bajarên Bakurê Kurdistanê koçber bûne jî li vir bi cih bûne
Yek jî bajarê Tirkiyeyê ku hejmareke mezin Kurd lê dijîn Enqere ye. Li Enqereyê ji bilî Kurdên Anatoliyaya Navîn gelek Kurdên ji bajarên Bakurê Kurdistanê koçber bûne jî li vir bi cih bûne. Lê tevî hejmareke mezin a Kurdan jî Kurdî di qada jiyanê de pir kêm e. Ji ber polîtikayên dewletê yên tunehesibandin û pişaftinê li dijî zimanê Kurdî, Kurd nikarinê zimanê xwe bi awayekî azad bijîn. Qedexeya li ser Kurdî bandor li ser xwendina bi Kurdî jî dike. Tevî ku hejmareke mezin Kurd li Enqereyê dijîn jî pirtûkfiroşiya Kurdî tune ye. Kurdên ku dixwazin xwe bigihînin pirtûkên Kurdî yan li çend kafeyan an jî bi rêya çend saziyên Kurdî dikarin peyda bikin.
Weke Ajansa Welat me li Enqereyê li nebûna pirtûkfiroşiya Kurdî kola. Di encama lêkolînê de me dît ku tenê li çend kafeyan pirtûkên Kurdî tên firotin. Ji bilî wan kafeyan pirtûkfiroşiya Kurdî li Enqereyê tune ye.
Tenê du ref pirtûkên Kurdî hene
Em ketin nav hewldaneke ka bajarê Enqereyê ku paytexta Tirkiyeyê ye, çiqas pirtûkên Kurdî hene, pirtûkfiroşên Kurdî hene yan na. Ji bo lêkolînkirina mijarê em kolan bi kolan geriyan. Bi hemû pirtûkfroş û saziyên çand û hunerê re axivîn. Di encama lêkolîna me de ji bilî kafeyeke ku bi qasî 2 refên pirtûkên Kurdî hebûn, tu pirtukfiroşên Kurdî tune ne. Her wiha gelek weşanxane û pirtûkfiroş li Enqereyê jî hene. Lê di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene.
Pirtûkên Kurdî tune ne
Bi dehan zimanan pirtûk têne firotin. Lê di nav ew qas pirtûkan de pirtûkên Kurdî tune ne. Em li ser pirtûkên Kurdî bi kîjan pirtûkfiroşan re axivîn, xuya dikir ku nebûna pirtûkên Kurdî qet bala wan nekişandiye û nefikirîne. Ji pirsa me ecêb diman û bi awayekî matmayî li me dinêrîn. Ji me re gotin pirtûkên Kurdî tune ne yan jî nayên firotin. Ji ber ku êdî pirtûk li ser înternetê tên firotin û ji ber kêmbûna xwînêran her ku diçe rewşa pirtûkfiroşiyê jî dikeve xetereyê. Hin pirtûkfiroşan jî dikanên xwe ji ber neçariyê girtin e. Lê sedema tunebûna pirtûkfiroşiya Kurdî ne tenê giredayî vê rewşê ye. Sedema tunebûna pirtûkfiroşiya Kurdî bi polîtîkayên Kurdî tunehesibandinê ve eleqedar e. Lewma pirtûkfiroşan dema pirtûkên Kurdî ji me dibihîstin gotin, “Pirtûkên Kurdî tune ne.” Çawa ku bi salan Kurd tune hatin hesibandin, pirtûkên Kurdî jî tune hatin hesibandin û hê jî tune tên hesibandin.
‘Em dixwazin ev der bibe cihekî Kurdewarî’
Xwediyê Piya Kafeyê ku du ref pirtûkên Kurdî lê hebûn Newroz Soylemez derbarê pirtûkfiroşiya Kurdî de diyar kir ku ew 50 sal in li Enqereyê dijî û li ser xebatên xwe yên pirtûkfiroşiyê wiha axivî: “Piştî ez teqawid bûm min bala xwe da çand û hunera Kurdî. Ew nêzîkî 4 sal in li vê kafeyê pirtûkên Kurdî difiroşim. Pirtûkên li vir ser çand û hunera Kurdistanê ne. Pirtûkên di destê me de ewqas zêde nîn in. Em li gor daxwaza xwînêran jî pirtûkan tînin. Pirtûkên klasîk ên Kurdî hene. Pirtûkên ku ne di destê me de bin jî em li gor daxwaza xwîneran bi weşanxaneyan re dikevin têkiliyan û peyda dikin. Xwînêr piranî pirtûkên li ser dîroka Kurdî dixwazin. Pirtûkên wêjeyê jî têne xwestin. Cihê me biçûkê lê li Enqereyê bi qasî dizanim ji bilî me tu kes pirtûkên Kurdî nafiroşe. Li vir em li ser muzîka Kurdî bernameyan li dar dixinin. Her wiha nivîskar jî tên ser pirtûkên xwe gotûbejan dikin. Em dixwazin ev der bibe cihekî Kurdewarî.”
SERHAT TOPTAŞ-AW/ENQERE







