Li Helebceyê pêşangeha şêwekarên jin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Gulan 2026 - 15:30

  • Li Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê pêşangehek şêwekarî ji bo 20 jinên hunermend, bi dirûşma ‘Jiyana bê jin rengek tahle’ hat vekirin.

 

Lane Fayeq yek ji wan jinên tevlî pêşangehê bûyî ye, got: “Em ji Çemçemal hatine û tevlî pêşangehê bûne. Ev du salin em tevlî pêşangehê dibîn. Ev pêşangeh ji bo me gelek giringe daku em bikarin bi rêya wê karên xwe yên hunerî nîşan bidin. Tişta ku em dixwazin dixin ser tabloyan û ev yek jî xweşiyek xwe ya taybet ji mere heye.” Lane Fayeq diyarkir ku ew bi çêkirina tabloya gulek xwezayî tevlî pêşangehê bûye û got: “Ji berku pêşangeh taybete bi jinan, gul jî sembolek jina ye û ciwaniyê îfade dike.”

Jina bi navê Selwa Hewramî jî da diyarkirin ku tabloyên wê li ser jiyana biharê û Kurdistanê ye û got: “Ev sê salin tevlî vê pêşangehê dibim. Di vê pêşangehê de wê şarezabûnek me ya zêdetir li gel hevrêyên me çêbe daku em fikrên xwe bi hevre parve bikin.”

Selwa Hewramî da zanîn ku Helebce yek ji wan bajarên herî zêde giringiyê bi karkirina jinan dide û got: “Di warê hunerî de jî karek gelek baş hatiye kirin. Ev pêşangeh jî taybete û em dikarin kêrhatinên xwe têde nîşan bidîn.”

ROJNEWS/HELEBCE

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.