
- Weşanxaneya Şilêr dîwana helbestan a bi navê "Hêviyê Min Şikestin" çap kir. Dîwan ji aliyê helbestvan Hesen Mihemed ve hatiye nivîsandin. Dîwan bi zimanê erebî ye û li ser koçberên Efrînê hatiye nivîsandin.
Hesen Abdulselam Mihemed ji navçeya Cindirêsê ya bajarê Efrînê ye. Sala 1990’î ji dayik bûye. Fakulteya Hiqûqê ya Helebê bi dawî kiriye û sala 2006`an dest bi nivîsandina helbestan kiriye.
Hesen Mihemed axivî û got: "Nivîsandina pirtûkan xeyal û hêviya min a bi salan bû. Min di hemû pêvajoyê jiyana xwe û di şert û mercên zehmet de xwest pirtûkan binivîsim. Divê mirov ji bo nivîsandina pirtûkan israr bike. Êdî ev israr li gel min veguherî biryarê. Min nexwest helbestên min tenê li ser lênûskê û di hundirê min de bimînin. Ji ber vê yekê ez gelekî xebitîm da ku pirtûka min a yekem were çapkirin."
Hesen Mihemed anî ziman ku wî li ser navê helbesta herî dirêj di dîwanê de sernavê pirtûkê hilbijartiye.
Helbestvan diyar kir ku ew ji Helebê koçberî Efrîn bûye, piştre ji Efrînê tê Şehbayê û herî dawî ji Şehbayê tê Cizîrê. Her wiha anî ziman ku koçberiyê bandor lê kir ku binivîse û wiha pê de çû: "Di koçberiyê de min dev ji nivîsandinê berneda. Min li ser koçberiyê, Efrîn û zeytûnan, xerîbî, bîrkirin, hezkirin û şerê 14 salan nivîsî. Ez ne tenê li Efrînê ji dayik bûm, ew welatê ku mîna dayika min e.”
Hesen Mihemed agahî da ku di rojên pêş de dê li Weşanxaneya Şilêr dîwanê xwe îmze bike û ew niha dixebite ku dest bi projeyeke dîtir bike. Helbestvan Hesen Abdulselam Mihemed di dawiyê de got: "Pirtûka min a yekemîn di wextê ku gelê Efrînê vedigere warê xwe hate çapkirin. Ev ji bo min hêviyeke mezin e."
ANHA







