Bi dilekî ciwan li pey dengbêjan e

Nûçeyên Çand/Huner

În 29 Gulan 2026 - 15:45

  • Ji xwendekarên Navenda Çandê ya Anatolyiyayê Felek Acet ku piştî bandora dengbêjên jin ên ku di zarokatiya xwe de guhdar kiriye dest bi dengbêjiyê kir, diyar kir ku divê jin di çalakiyên çandî û têkoşîna azadiyê de pêşengiyê bikin.

 

Felek Acet ku piştî bandora kasetên ku malbata wê di zarokatiya wê de guhdarî dikir dest bi zindîkirina çanda dengbêjiyê kir, xwendina xwe ya muzîkê li Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatolyayê ya li Enqerê didomîne. Felek Acet ku zarokatiya xwe li navçeya Cîzîr a Şirnexê derbas kir, got ku wê li Navenda Çandê ya Mem û Zîn dest bi perwerdehiya muzîkî kiriye, lê piştî ku qeyûm saziyê girtiye neçar maye ku xwendina xwe rawestîne.

Felek Acetê diyar kir ku ew bi rêya kasetên ku dêya wê guhdarî dikir, ji çanda dengbêjiyê bandor bûye û got: "Dêya min dema guhdarîkirina dengbêjan pir hestiyar bû. Min meraq dikir ka çi ewqas bandor li wê dikir. Ez ji zarokatiya xwe ve dengbêjan guhdarî dikim. Bi ya min, dengbêjî tiştekî dîrokî ye û divê em wê pêşve bibin. Divê em tenê bi guhdarîkirina dengbêjên berê razî nebin. Divê em vê kevneşopiyê bi nivîsandin û stranbêjiyê jî bidomînin. Gelek çîrok hene ku dikarin werin berhevkirin û divê em wan winda nekin."

‘Şakiro û Eyşeşanên nû divên’

Felek Acetê destnîşan kir ku gelek xwendekar li Navenda Çandê ya Anatolyayê perwerdehiya dengbêjiyê dibînin û got: "Min dît ku ez ne bi tenê me, ku yên din jî hewl didin ku vê çandê bidomînin. Heta ku jiyan hebe, em dikarin kevneşopiya dengbêjiyê bidomînin. Belê, Şakiroyek, Eyşe Şanek hebû, lê ev nayê wê wateyê ku Şakiro û Eyşe Şanên nû negihên." 

‘Dest bidin hev ji bo hebûn û azadiyê’ 

Felek Acetê girîngiya hebûna jinan di çalakiyên çand û hunerî de destnîşan kir û got: "Em dizanin ku ked û xebata jinan her tim tê astengkirin. Wekî jinên ciwan, em ê hewl bidin ku çalakiyên xwe yên çand û hunerî bi qasî ku ji destê me tê pêş bixin. Em nikarin bi tena serê xwe di çalakiyên çand û hunerî de, ne jî di têkoşîna hebûn û azadiyê de destkeftiyan bi dest bixin. Ji bo hebûn û azadiya xwe divê em destên xwe bidin hev."

Hozan Mizgîn û Delîla tesîr lê dikin

Felek Acetê bilêv kir ku wê di zarokatiya xwe de guhdarî dengbêjên jin ên wekî Eyşe Şan û Sûsika Simo kiriye û paşê ji hêla hunermendên jin ên şoreşger Delîla û Hozan Mizgîn ve bandor bûye. Felek Acetê got: "Hunermendên jin ên şoreşger bandoreke pir mezin li ser min hiştin. Dîrok bi navên wan tê nivîsandin. Dema ku em li rabirdûya xwe dinêrin, em dibînin ku me bi saya jinan çiqas destkeftî bi dest xistine. Ev têkoşîna azadiyê li dijî serdestiya mêran divê li her derê berdewam bike."

SEMA BÎNGOL-MA/ENQERE

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.