Festîvala Çanda Êzidxanê

Nûçeyên Çand/Huner

În 29 Gulan 2026 - 16:00

  • Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir ku wê roja Şemiyê li bajarê Loehne yê Elmanyayê bê lidarxistin.

 

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî Festîvala Çanda Êzidxanê daxuyaniyek weşand ku wê 30'ê Gulana 2026'an (Şemî) li Schloss Ulenburg a li bajarê Loehne yê Elmanyayê bê lidarxistin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî êriş û pençeyên qirkirina çandî ew bi dirûşma "Em parastina bawerî û çanda xwe bilind bikin" Festîvala Çand û Baweriya Êzidxanê lidar dixin.

KCÊ-E'yê got, "Weke ku tê zanîn, civaka me ji axaftinê heta bi hizirandinê; ji cil û bergan heta xwarin û vexwarinê; ji rîtuelên olî heta bi rêzdarî li pêşber ROJ'ê rawestandinê; ji lorîkên dayikan heta qewl û qewalên baweriyê, bi her awayî û şêweyî şaneyên kok û bingehên kurdewariyê parastine û gihandine îroyîn. Îro li Şengal/Êzidxan, piştî êrîşa reş a ku bi destên tarîtiya tunekirinê hate kirin, jiyaneke nû û hêvîdar destpê kiriye. Êzidxan/Şengal bi vîn, îrade û ruhê demokratîk û gelêrî li Rojhilata Navîn mizgîniya siberojên ronî dide. Ji ber vê rastiyê ye ku derdorên xêrnexwaz, gef û sondên dijminahiyê dixwin li dijî vê hêviya ku her roj mezintir û bilindtir dibe."

Silavek e ji bo koçberan

KCÊ-E'yê diyar kir ku Şengal piştî demeke dirêj dîsa bi deh hezaran kesên xwe re hembêz dibe û got, "Koçberên civaka me yên ku di bin konan de jiyana mecbûrî dijiyan, vedigerin welat û şûnewarên xwe, têne çiyayê pîroz ê Şengalê. Ev festîval di heman demê de silavek mezin û zindî ye ji wan koçberan re ku salan bi hesreta Şengal/Êzidxanê bûn û niha vegeriyan."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Festîvala me bersiveke li dijî qirkirina çandî, gefên xêrnexwazan û rik û israra wan e û di heman demê de hewldaneke ji bo tacîdarkirina Ronansansa Êzidxanê ye. Festîvala me meşeke ber bi yekîtî û tifaqa Êzdiyan ve ye. Ev festîval hembêzkirina jiyana nû, demokratîkbûna Şengalê, Kurdistanê û Rojhilata Navînê ye. Ji bo baweriya me ya qedîm, ji bo çanda me ya rengîn, dewlemend û xwezayî, ji bo aştî û demokrasiyê, ev festîval bangewaziya yekîtî, hevsengî û têkoşîna azadiyê ye. Werin em vê rewşa encamdar bi hev re bijîn. Werin em bibin dil û dengê Êzidxan/Şengalê. Werin bi govenda xwe bibin deriyê Govenda Azadiyê ya Kurdistanê. Festîvala me bi bername, hunermend û pêşkêşiyên xwe wê bibe kaniya coş û peroşê."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

"Werin em bi hev re li bawerî û çanda xwe xwedî derkevin û vê baweriya kevnar û çanda qedîm di nav çanda mirovahiyê de bi rûmet cih bidin girtin. Ev banga me tenê ji bo hatina we ya festivalê nîne. Ev bang, banga ku em bi hev re serketinê bijîn e.

Em wekî Kordînasyona Êzdiyên Ewropayê bangawazî dikin û dibêjin: Festîvala Çand û Baweriya Êzidxan destpêka mizgîniya rojên ronî ye. Werin em vê pîroziyê bi hev re bijîn!"

ANF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.