Çi îşê Bayraktar heye li Medreseya Sor?

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 31 Gulan 2026 - 16:45

 

Li Medreseya Sor a ku li navçeya Cizîr a Şirnexê ye û di sedsala 14'an de hatiye avakirin, di sala 2023'yan de ji bo demeke nediyar ji Weqfa Hayratê re hatiye veqetandin, pêşangeheke ku wêneyên pêşeng û zanyarên Kurd tê de cih digirin hat vekirin. Di pêşangeha ku li medreseya helbestvanê dîwanê û alimê Kurd Melayê Cizîrî de ji aliyê Weqfa Hayratê ya girêdayî Cemaeta Nûrê ve hat vekirin, agahî tenê bi zimanê Tirkî hatin nivîsandin.

Di pêşangeha yekzimanî ya li medreseya dîrokî de, li kêleka wêneyên fîlozofê Kurd û yek ji pêşengên wêjeya klasîk a Kurdî Melayê Bateyî, navê girîng ê wêjeya Kurdî Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî yê ku bi nasnameya xwe ya wêjeyî û ramanên xwe yên tasawifî di wêjeya Kurdî de xwedî cihekî girîng e û Melayê Cizîrî yê ku helbestvanê mezin û naskirî yê wêjeya Kurdî tê qebûlkirin, wêneya Serokê Lijneya Rêveberiya Baykarê Selçuk Bayraktar hat danîn. Bayraktar ê ku bi keça Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Sumeyye Erdogan re zewicî ye, hilberîner ê ÎHA/SÎHA'yên Bayraktar ên ku ji bo şer û pevçûnên navxweyî de ne tên firotin. Di dîîmenê ku têkildarî Bayraktar de gotina “Navê ku xeyalan vediguherîne rastiyê û rastiyê hildigire asîmanan” cih girt û hevokên ku pesnê ÎHA/SÎHA'yan didin hatin bikaranîn. Ji bo ÎHA/SÎHA'yên ku tê îdîakirin di şer û pevçûnên li cîhanê de doktrînekî nû bi dest xistine, hat gotin: “… tenê hêza operasyonel a Hêzên Çekdar ên Tirk zêde nekiriye, di heman demê de veguheriye serkeftineke hinardekirinê ya ku li seranserê cîhanê doktrînên şer guhertiye.”

Li Medreseyê Kurdî tine ye!

Di pêşangehê de navên wêjevan û kesayetên girîng ên Kurd jî hatin Tirkîkirin.Tabloyên din ên di medreseya di bin kontrola Weqfa Hayratê de ne bi giştî bi Tirkî û Erebî ne û gelek kêm cih didin Kurdî. Li ser tabloyên 4 zimanî (Tirkî, Îngilîzî, Erebî û Tirkiya Osmanî ya bi tîpên Erebî) yên li ber deriyê medreseya ku warê pêşketina wêjeya Kurdî bû û ji bo danasîna Medreseya Sor û Melayê Cizîrî hatine danîn, cih nedan Kurdî. Heman rewş ji bo tabloyên di hundirê medreseye de jî derbasdar e. Herwiha, ji bo kesên ku serdana medreseyê dikin, lawjeyên Tirkî tên guhdarkirin.

Xwedî li Weqfa Ensarê derketibû

Medreseya ku di serdema Mîrektiya Şerefxan û Bedirxaniyan de wekî navenda zanist, çand û hunerê jî dihat bikaranîn, ji aliyê Hatice Atan a ku wekî "keça manewî" ya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan tê naskirin û milkê dîrokî yê Şaredariya Cizîrê wekî ofîsa xwe ya taybet bi kar tîne, ji Weqfa Hayratê re hatibû veqetandin. Weqfa Hayratê, berê li gundê Babek ê navçeya Hezexa Şirnexê, li Kursa Quranê ya Hafiziyê ya Selahedînê Eyûbî bi tundiya fîzîkî ya li ser zarokan hatibû rojevê. Herwiha ev weqf, wekî saziyeke ku xwedî li Weqfa Ensarê ya ku bi dozên tacîz, îstismar û destavêtinê hatibû rojevê tê naskirin, derketibû. Weqfê, li gel 25 saziyên din, daxuyaniyeke piştgiriyê ji bo Weqfa Ensarê weşandibû.

EMRULLAH ACAR-MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.