
- Teknolojî di dîroka mirovahiyê de bûye sedema gelek pêşketinan û jiyan hêsan kiriye. Gelek îcat heta roja me ya îro hatine. Yek ji nimûneyên teknolojiyê radyo ye. Radyo jî bi ked û xebateke dûdirêj hatiye heta roja me ya îro.
Teknolojî bi lêkolînên berfireh heta roja îro pêş ketiye. Gelek îcatên teknolojiyê jî bi hêsanî nehatiye heta roja îro. Teknolojî di warê pêşketinê de xwediyê girîngiyekê ye. Li her derê cîhanê di heman demê de xwediyê bandoreke mezin e. Radyo jî yek ji berhemeke pêşketî ya teknolojiyê ye. Ka em ji navê Radyoyê dest pê bikin. Gelo ev nav ji ku hatiye? Peyva Radyoyê ji du peyvan pêk tê. Wateya radyoyê ji du peyvên 'Radius (tirûskandin-işinlama) bi latînî, fone (deng) Yewnanî' hatiye. Cîhaza radyoyê yek ji berhemeke sedsala 20'î ye. Dema em li dîrokê dinêrin wekî televizyonê gelek kes li ser radyoyê jî xebitîne. Ji bo têkiliya di navbera civakê de û ragihandinê de radyo xwedî cihekî girîng e. Berî radyo derkeve pêdivî ji pêlên ceyran, telgraf û telefonê û di heman demê de radyoyê hebûye. Gelek îcat ji bo radyo bê dîtin bûne bingeh. Em dikarin dîroka radyoyê wekî sê beşan ji hevdu veqetînin. a)Beşa Îcatan a di navbera salên 1860–1920'î de. b)Serdema serketinê ya radyoyê ya di navbera salên 1920–1945'an c) Serdema piştî televizyonê ya radyoyê ya ji sala 1945'an heta niha. Ne bi qasî berê jî îro jî radyo di jiyana mirovan de cihekî taybet digire. Gelek radyo hene û weşanên curbecur dikin.
Îcatên di bin banê teknolojiyê de hatine heta roja îro elbet bi saya kesayetên girîng hatine heta roja me ya îro. Gelek îcat hene ku siberoja mirovan hêsan kirine. Ew ber bi pêşveçûnê ve biriye. Dema em li telgrafê dinêrin bûye sedema bingeha gelek bûyerên baş. Wekî her demê di dema derdora salên 1800'î de jî mirovên zanistê li ser elektromanyetizmayê xebitîne. Hinek mirovên zanistê di vî warî de navê xwe di dîrokê de dane nivîsandin. Ji vanan yek jê yê Îngiliz yê bi navê Cooke û Wheatson e. Hinek geşedan di sala 1937'an de qewimîne. Bi saya dewreyên metal herikbariya ceyranê ya dihat şandin di navberên ji hevdu dûr de wateya sînyal û deng didan. Bi navê vê pêşketinê Cooke û Wheatsone patenta yekem a telgrafê girtin. Gelek kesên hêja ku di vî warî de ked dane hene. Dîsa yek ji vana Maxwell (1831-1874) ê Îngilîzî ye. Wî jî denklemên matematîkî yên bingehîn ê di qada elektromanyetizmayê formulîze kiriye. Ji van mînakana jî em dibînin hinek kesayetan xizmeteke çawa kirine û mîrateyeke çawa li dû xwe hiştine. Jixwe îro gelek pêşketin li ser îcatên ewil bi teşe bûne.
Mirov herî baş di zarokatiya xwe de bingehek zexm a hînbûnê diavêje. Zarok xwediyê hafizayeke berfireh in. Hinek xebat dema ji temenê zarokatiyê de bê destpêkirin ev ji bo pêşketinê hîn baş e. Guglielmo Marconi ku ji malbata Îtalî ye hîn ji zarokatiya xwe li ser pêlên radyoyê xebitîye. Bi van pêlan ji odeya xwe li zîla qatê binê xwe dixe. Ji bo vêya gelekî mijûl dibe. Lê belê rayedarên Îtalî bi vê yekê re eleqedar nabin. Li ser vê yekê Marconî bi dayika xwe re radyoya xwe dibe Îngilistanê. Dema li welatekî ji bo pêşketina teknolojiyê bingeh hebe ew welat di warê aboriyê de jî pêş dikeve. Îro Îngilistan di warê aboriyê û gelek tiştên din pêş ketiye. Her wiha li Îngilistanê rayedarên artêşê û deryavanan eleqeyek baş nîşanî vê îcatê dan. Ji welatên cuda jî mirov ji bo dîtina vê îcatê hatin. Marconî dev ji xebatên xwe yên di vî warî de berneda. Di 1899'an de çû Emerîqayê. Di 25 saliya xwe de 'Şîrketa Telsizê ya Emerîka Macronî' ava kir. Li vir ji bo keştiyên leşkerî û tîcarî dest bi îmalata cîhazên telsîzê dike. Macronî her çiqas li ser radyoyê xebitî be jî ev yek kêm maye. Wî nikaribû bi cîhaza ku çêkiribû deng bi pêlên bi rêk û pêk bişanda. Me gotibû hinek xebat pêşiyê li ber hinek xebatên din vedike. Li ser vê bingehê di 1907'an de Lee de Forest ê Fransizî tipê valahiyê (vacuum tube), îcat dike û bi vê yekê dibe sedem dengê radyoyê hîn bi qalîte û bêyî ku bibire belav bibe. Piştî vê xebatên li gelek welatan weşanên radyoyê yên ji bo ceribandinê tên destpêkirin. Di dîrokê de navên Branly, Righi, Barden, Shocley, Fleming, Fessender, Popoff, Edison û Tesla derbas dibin û di aliyê radyoyê de bûne xwediyê zanyariyeke baş. Van kesayetan di dîrokê de bi xêra van pêşketinan navê xwe dane nivîsandin.
Bi gelek keşfan bingehên xurt ên teknolojiyê hatine avêtin. Ev keşif ronahiya siberojê ne. Dema em lê dinêrin em dibînin ku bi telgraf û telefonê tenê bi saya qabloyan neqilkirina veriyan dikaribû bihata kirin. Fîzîknasê Îngilizî James Maxwell di 1865'an de hebûna pêlên elektromanyetîk bi navê xwe yê dinê pêlên radyoyê keşif kiribû. Bi saya van pêlan deng ji hewayê dikaribû bi lezgîniya nêzî lezgîniya tîrêjê yanî di çirkekê de 300 hezar kilometre di navberên ji hev dûr de bihata şandin. Mirovê zanistê yê Elmanî Hertz jî vê teza James Maxwell pêş xizt û ceribandinan ispat kir. Hertz navê xwe da yekîneya pîvanê ya pêlên elektromanyetik. Ev pêlana îro pir kêrî mirovatiyê tê. Ji bo weşanên radyo televizyonê, telefona bêrîkê, qumandayên televizyonê tên bikaranînin. Dema em li dîroka pêşketina radyoyê dinêrin em dibînin çawa xebateke berfireh hatiye kirin. Ne ji xebat û lêkolînên berfireh ban dibe ku teknolojî nehata heta asta îro.
Weşana radyoyê bû sedema pêşketina çand û hunerî jî her wiha bû sedema tomarkirin û arşîvkirinê jî. Her wiha di 1906'an de Reginald Fessenden ê Kanadayî di şeva Noelê de cara yekem weşana xwe ya radyoyê ya mijara ji mesafeya dûr pêk anî. Li konserekê weşana zindî hatiye kirin. Di wê demê de operatorên telsizê yên di keştiyên deryaya mezin de jî dema li sinyalên telsizan guhdar kirine bi hatina deng şaş mane. Li Emerîkayê di 1912'an de bi zagoneke hat derxistin destûra weşana deng hat dayin. Lê belê di heman demê de radyo bû yek ji alava şer a artêşê. Ji bo propagandayê û moral hat bikaranînin. Dema şer qediya radyo bêtir belav bû. Bi vê yekê grêdayî di warê profesoneltiyê de jî pêş ket. Her wiha di 1920'î de îstasyona radyoyê ya yekem a aîdî sektora taybet a Emerîkayê hat avakirin. Di nava du salan de hejmara îstasyona radyoyê 200 derbas kir. Ji vê serdemê de radyo wekî alava bandorker a li ser mirovan hatiye bikaranînin. Di navbera salên 1920/1930'î de ji xeynî çend welatên li Asya û Efrîqayê weşana radyoyê li gelek welatî hat destpêkirin. Li Îngilistan, Fransa, Yekîtiya Sovyetan di 1922'yan de li Elmanyayê 1923, li Tirkiyeyê di 1927'an de weşanên bi rêk û pêk dest pê kir. Lê belê di warê qelîteya weşanê de her ku çû baştir bû. Niha mirovatî mîrateya ji dîrokê maye dide jiyîn. Ev jî nîşaneya serkeftineke dîrokî ye.
Pêşketin û belavbûna radyoyê jî di dîrokê de xwediyê cihekî taybet e. Ev pêşketineke mezin û giranbiha ye. Welatê yekem ê ku weşana radyoyê herî zêde lê pêş ket Emerîka bû. Heta bû sala 1927'an li Emerîkayê 700 îstasyonên radyoyê her wiha 7 milyon kiryarên radyoyê hebû. Di navbera salên 1927/1945'an de salên di warê pêşketina radyoyê de salên baş bûn. Frekansên mesafeya dûr di van salan de di nava welatan de hatin belavkirin. Bi banda FM'ê di sala 1935'an de weşaneke bê parazît a bi qelîta hat kirin. Bi vê yekê jî nema. Di sala 1948'an de dewsa tupên radyoyê transistor hatin hilberandin. Bi vê sayê radyoyên hîn biçûk û radyoyên enerjiyê bêtir hindik xerc dikin hatin çêkirin. Wekî her cîhazan radyo jî di nava salan de bêtir belav bûye û bandoreke mezin li ser mirovan kiriye. Ev bandor heta roja me ya îro jî dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN







