‘Çirûskên Kobanê’ ji Sîtavê derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Hezîran 2026 - 12:00

  • Pirtûka duyemîn a girtiyê siyasî Mûsa Sertkal a bi navê “Çîrûskên Kobanê” ji Weşanxaneya Sîtavê der çû.

 

Pirtûka duyemîn a girtiyê siyasî Mûsa Sertkal a bi navê “Çîrûskên Kobanê” ji Weşanxaneya Sîtavê der çû. Nivîskar Mûsa Sertkal ku di sala 2005an de li Wanê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hate girtin, di girtîgehê de li ser zimanê Kurdî, roman û çîrokan dixebite. Pirtûka wî ya yekem, bi navê “Çîroka Welatperweriyê” di sala 2023yan de derket. Pirtûka wî ya duyemîn jî ku ji berhevkirina çend çîrokan pêk tê û weke roman bi navê “Çirûskên Kobanê” der çû.

Girtî Mûsa Sertkal di sala 1973yan de li navçeya Payîzavayê ya Wanê hatiye dinyayê. Ew zewicî ye û bavê çar zarokan e. Sertkal ku di sala 2005an de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Giran a Wanê ve bi cezayê muebedê girankirî ango heta hetayê û 52 salan hate cezakirin. Sertkal ê ku ev 21 sal in li gelek girtîgehên li Tirkiyeyê maye, niha di Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandirayê ya Hejmar 1 a Kocaeliyê de tê ragirtin.

AW/WAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.