
- Kafka ji me re dibêje ku mirov di vê dinyaya modern de carinan dibe xerîbê xwe, xerîbê civakê û xerîbê wateyê. Lê di heman demê de ev hesta biyanîbûnê dibe çavkaniya afirîneriyeke herî kûr jî.
Franz Kafka, yek ji nivîskarên herî girîng, bi bandor û kûr ên edebiyata sedsala bîstem e. Ew bi awayekî bêhempa karîbû tengasî, tenêbûn, biyanîbûn û hêza nenas a desthilatdariyê di nav çîrok û romanan de vegerîne. Berhemên wî ne tenê edebiyatê guhertin, lê di heman demê de giyan û derûniya mirovê modern jî dan xuyakirin. Kafka îro bûye sembola rewşên absurd, tirsên nediyar û hesta windabûna mirov di nav pergala civakî de.
Franz Kafka di 3’ê tîrmeha 1883’an de li Pragê ji dayik bû. Prag wê demê bajarê Împaratoriya Avusturya-Macaristanê bû û jiyaneke pirzimanî û pirçandî lê hebû. Malbata wî ji Cihûyên navîn bû. Bavê wî Hermann Kafka, bazirganekî hişk, desthilatdar û pir bi daxwaz bû. Têkiliya Kafka bi bavê xwe re yek ji birînên herî kûr ên jiyana wî bû. Di nameya dirêj a bi navê “Name ji Bav re” (Brief an den Vater) de, Kafka bi awayekî herî zelal û bi êş behsa hesta bindestî, tirs û hezkirina tevlihev a li hember bavê xwe dike. Dayika wî Julie Kafka jineke nermtir bû, lê ew jî piraniya dema xwe bi karên malê û bazirganiyê derbas dikir. Kafka sê xwişkên wî hebûn, lê ew her tim xwe weke xerîbê malbatê didît. Di zarokatiya xwe de jî ew mirovekî hesas, lawaz û pir xwendekar bû.
Wî li zanîngeha Pragê Hiqûq xwend û di sala 1906’an de qedand. Piştî wê, ew di saziyeke sîgorte û hiqûqê de dest bi kar kir. Ev kar ji bo wî weke zindanekê bû. Rojên xwe bi nivîsandinê dibuhirand. Kafka di rojnameyekê de jî dinivîsand û nameyên pir kûr ji hezkiriyên xwe re dişand (bi taybetî ji Felice Bauer, Milena Jesenská û Dora Diamant re). Kafka di jiyana xwe de gelek caran evîndar bû, lê tu carî nikaribû têkiliyeke mayînde ava bike. Nexweşiya wî ya pişikê (tîberkuloz) jî bandoreke mezin li jiyana wî kir. Wî piraniya salên dawî yên jiyana xwe di sanatoryûman de derbas kir.
Berî mirina xwe, wî ji dostê xwe yê herî nêzîk Max Brod xwestibû ku hemû destnivîs, name û rojnameyên wî bişewitîne. Lê Brod vê daxwazê pêk neanî û piştî mirina Kafka di sala 1924’an de, gelek berhemên wî weşandin. Kafka di 3’ê hezîrana 1924’an de, di 40 saliya xwe de, li sanatoryûmeke nêzî Viyana mir.
Tesîra Kafka ya îro
Piştî mirina wî, Kafka bû yek ji nivîskarên herî bi tesîr ên cîhanê. Felsefeya Existensiyalîzmê (Sartre, Camus) pir ji wî bandor bû. Peyva “Kafkaesk” îro di zimanê gelek welatan de tê bikaranîn û tê wateya rewşên absurd, tirsnak, bi burokratiya sar û hesta ku mirov di nav pergaleke mezin de winda bûye. Berhemên wî li ser huner, fîlm, tiyatroyê û edebiyata cîhanê bandoreke pir mezin hiştine. Gelek nivîskarên mezin ên wekî Gabriel García Márquez, Haruki Murakami, Orhan Pamuk û Milan Kundera jî behsa bandora Kafka li ser xwe kirine.
Kafka ji me re dibêje ku mirov di vê dinyaya modern de carinan dibe xerîbê xwe, xerîbê civakê û xerîbê wateyê. Lê di heman demê de ev hesta biyanîbûnê dibe çavkaniya afirîneriyeke herî kûr jî.
Berhem û zimanê wêjeya Kafka
Zimanê Kafka sade, zelal, sar û pir rast e. Ew bi hevokên kurt û wêneyên hêzdar dixebite. Mijarên wî yên sereke ev in: biyanîbûna mirov, sûcdariya nediyar, bêhêvîbûna existensiyal, burokratiya absurde û tengahiya di nav desthilatdariya nenas de.
Berhemên wî yên herî navdar ev in;
Metamorfoz (Die Verwandlung, 1915) Çîroka herî navdar û herî zêde xwendî ya Kafka. Gregor Samsa sibekê ji xew radibe û dibîne ku bûye kêzikek mezin. Ev berhem ne tenê çîrokek fantastîk e, lê metaforeke kûr e li ser windakirina nasnameyê, redkirina ji aliyê malbatê ve û biyanîbûna di civaka kapitalîst de.
Doz (Der Prozess, 1925) Romana klasîk. Joseph K. rojekê bê sedem tê girtin û sûcdar kirin. Tevî ku ew hewl dide bizane sûcdariya wî çi ye, tu carî bersivê nabîne. Ev roman weke rexneyeke tund li ser hiqûq, desthilat û burokratiya modern tê dîtin.
Qesr (Das Schloss, 1926) Karekterek bi navê K. hewl dide bigihîje Qesrê, lê her tim bi astengiyên nenas û prosedurên bêwate re rû bi rû dimîne. Ev roman jî li ser hewldana bêencam a mirov a ji bo gihiştina wateyê an jî desthilatê radiweste.
Amerîka (Der Verschollene) Romana wî ya yekemîn, ku li ser serpêhatiyên ciwanekî Ewropayî li Amerîkayê disekine.
Hin çîrokên kurt ên Kafka jî ev in; “Li Koloniya Cezayê”, “Hunger Artist”, “Li Ber Deriyê Hiqûqê” û “Bav”.
NAVENDA NÛÇEYAN







