Mihrîcana Zarokan li Kobanê dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Îlon 2026 - 16:00

 

Mihrîcana Zarokan a 9emîn ku her sal li bajarê Kobanê tê lidarxistin, îsal jî bi amadebûna bi sedan zarok û malbatên wan li hola mezin a Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir. Beriya mihrîcanê zarokan daxuyanî da û bertekên xwe yên li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya têkildarî zimanê kurdî nîşan dan.

Piştî wê komeke zarokan ber bi holê ve çûn û li wir beriya ku mihrîcan dest pê bike, ji bo bîranîna şehîdan deqeyekê rêz girtin.

Di mihrîcanê de li ser navê komîteya amadekar Şêrîn Ararat axivî û bal kişand ser bandora mihrîcanê ya li ser derûniya zarokan.

Şêrîn Ararat mîhrîcanê li hemû malbatên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên amade pîroz kir û wiha got: “Zarok nifşên pêşerojê ne û hêjayî hemû pîrozbahiyan in. Ji bo vê yekê em îro Mîhrîcana Zarokan bi coş û heyecaneke mezin çêdikin.”

Mihrîcan bi tevlêbûna 11 komên cuda yên muzîk, dîlan û şanoyê berdewam kir.

Her wiha mihrîcana ku zarok li gorî dilê xwe pêk anîn, bi diyarîkirina spasnameyan ji bo her komekê, bi dawî bû.

ANHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.