Li Ranyayê çalakiyeke hunerî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Îlon 2026 - 15:15

  • Bi beşdariya gelek kesên ji pîşeyên cuda, bi pêşengtiya Navenda Çand û Hunerê ya Raperînê ji bo 100 fêrxwazan hat lidarxistin.

 

Endamê Desteya Navenda Çand û Hunerê ya Raperînê û Mamostayê Mûzikê, Ferman Resûl têkildarî çalakiyê axivî û got; “Ev du salin me rêxistin ava kiriye û her du salan jî qursên hunerî hatine lidarxistin. Her sal em bi qasî ku xwendekar bixwazin xwendekaran qebûl dikin. Îsal, berevajî salên berê, me qursên seramîkê zêde kirine. Niha, nêzîkî 100 xwendekarên ji her temenî beşdarî qursên wênekêşan û mûzîkê dibin. Çalakiya îro ji sê beşên cuda pêk tê, di warên huner û mûzîkê de. Ev pêşangeh berhema xebata xwendekaran ji roja yekem a beşdarbûnê heta niha ye.”

Di dawiyê de, Endamê Desteya Navenda Çand û Hunerê ya Raperînê û Mamostayê Mûzikê, Ferman Resûl wiha got; “Armanca me ewe ku em jêhatîyên hunermendên vê herêmê pêş bixin. Bi taybetî ji bo ew fêrxwazên nû destpê dikin. Her wiha ewe ku em hunermendên herêmê bi rengekî cuda perwerde bikin û valahiyan bi awayekî akademîk tijî bikin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.