
- Biwêj di jiyana civakan de xwediyê cihekî taybet in. Wateyekê li gotinê bar dike. Ji bo pêşketina ziman girîng in. Li ser kokeke giranbiha hatine avakirin û xwediyê kûrahiyekê ne. Biwêj dewlemendiyeke civakî ye.
Biwêj komên peyvan in. Bi hevgirtina herî kêm du peyvan a ji bo danasîna têgehek, bûyerek, an rewşeke bi awayekî bandorkertir têne çêkirin. Ew pir caran ji wateya xwe ya rastîn dûr dikevin û bi vê re girîngiya xwe ya bêhempa bi dest dixin. Biwêj çiye, taybetmendiyên wan çi ne ? Mînakên wan çi ne ? Ev gelekî girîng in.
Di jiyana mirovan de biwêj xwediyê cihekî taybet in. Biwêj bi piranî bi awayekî mecazî têne bikaranîn. Lêbelê, biwêjên bi awayekî rastîn têne bikaranîn jî têne dîtin. Her wiha biwêje dewlemendiya zimanekî jî nîşan didin. Bandorê li ser pêşketina ziman jî dikin. Biwêj wate û kûrahiyê li zimanê devkî û nivîskî zêde dikin, tiştê ku tê vegotin balkêştir dikin. Ev balkêşî bandorê li binhişiya mirovan jî dike. Rewşek ku dikare bi çend hevokan were ravekirin, dikare bi rêya biwêjê bi du-peyvî were îfadekirin. Bi vê re ravekirineke kurt û sade jî tê bidestxistin. Ev karê mirovan jî di warê famkirinê de hêsantir dike.
Hinek taybetmendiyên din ên biwêjan hene. Biwêj herî kêm ji du peyvan pêk tên. Hunerekê di xwe de vedihewînin. Hinek caran wateyeke mecazî didin. Bi heman awayî, ew nêrîna cîhanê û jiyana mirovan a li ser cîhanê nîşan didin. Her wiha encamekê û tespîtekê jî nîşan didin. Gelek caran darazek jî tê de heye. Biwêj wekî hêmanên çandî û folklorîk jî tên qebûlkirin her wiha lihevhatîne jî. Ji bo têgihiştinê jî xwediyê armancekê ne. Afirîneriyekê jî didin avakirin. Lê tiştekî dinê jî qalibên biwêjan e. Li gor gelek çavkaniyan qalibên wan nayên guhertin. Di biwêjan de gotineke hunerî jî derdikeve pêş. Di jiyana rojane de jî gelekî tên bikaranîn.
Çend mînakên biwêjan:
*Qut û bir, ket û mir. Ev biwêj ji bo kurtkirina tiştekî tê bikaranîn. Tê wateya çîrokek an mijarek hewce nake dirêj bibe.
*Dîzik avêtin nav lingên (yekî): 1) Astengî çêkirin. 2) Ji bo pêknehatina tiştekî (an jî karekî) hincet peydakirin.
*Ew hewş e, lê ne ew rewş e: Gelek dem û tişt di ser (wî/ê) re derbas bûn.
*Gor bi gor çûn: Perîşan bûn. Malik lê bûn mîrat.
*Av bi hestî xwarin: a) Çavsorî, b) Bela xwe jê venekirin.
*Agir di çavan de ye: Çavsor, harbûn.
NAVENDA NÛÇEYAN







