
Niko Schmitz ê 26 salî ku li Almanyayê dijî û ji sala 2018'an vir ve bi berdewamî tê Tirkiyeyê û diçe, îsal jî ji bo ku çanda Kurdan ji nêz ve binase berê xwe da Colemêrgê. Niko Schmitz ê ku ji Almanyayê hat Colemêrgê, eleqe nîşanî şêwazê jiyanê, kevneşopî û nirxên çandî yên gelê Kurd da, ew beşdarî dawet, çalakiyên çandî û xebatên cuda yên civakî yên li herêmê bû û bi vî rengî fersend dît ku çanda Kurdan li cihê wê lêkolîn bike û bibîne.
Schmitz ê ku gera xwe ya di dema serdanê de bi wêne û vîdyoyan tomar kir, destnîşan kir ku armanca wî ew e ku dewlemendiya çanda Kurdan di qada navneteweyî de bêtir bide xuyakirin. Smit anî ziman ku bi taybetî muzîk, folklor, jiyan û çanda piştgiriya civakî bandorekî kûr li ser wî hiştiye û destnîşan kir ku wî serdana bajarên cuda yên Kurdistanê û di serî de Colemêrgê kiriye û rengîniya çandî tomar kirine.
Schmitz anî ziman ku wî ji bo naskirina çanda Kurdan berê xwe daye Colemêrgê û ev tişt got: "Ez li vir hînî gerandina govendê bûm. Min di derbarê çanda Kurdan de gelek tişt dîtin û hîn bûm. Mirov pir mêvanperwer û jidil in. Min li vir xwe pir rehet hîs kir. Ji bo fêmkirina Tirkiyeyê, tenê dîtina bajarên rojavayê ne bes e. Divê mirov herêmên ku Kurd lê dijîn û çanda Kurdan jî binase. Hevalên min ji min re gotin ku heke ez bixwazim çanda gel a rastîn bibînim, divê ez bêm Colemêrgê. Piştî ku ez hatim vir, min dît ku ev yek çiqas rast e."
‘Çanda Kurdî li gorî berê bêhtir xuya ye’
Schmitz rave kir ku wî çavdêrî kiriye ku çanda Kurdan bêtir xuyaye û diyar kir ku festîval û çalakiyên çandî ji bo vê yekê girîng in û wiha pê de çû: "Li gorî ku ez dibînim, îro çanda Kurdan, ziman û muzîka Kurdî li gorî berê bêtir xuyaye. Festîval tên çêkirin, mirov dikarin çanda xwe bi rengekî aşkera bijîn. Gelek mirov hene ku difikirin ev yek bi têkoşîna salên dirêj ve girêdayî ye. Dema ez li ser siyaset û çandê difikirim, ez dibînim ku mirov daxwazên xwe yên maf û azadiyê bi rêbaza cuda tînin ziman. Protesto, xwepêşandan û çalakiyên demokratîk jî parçeyek ji vê yekê ne. Ez bawer dikim ku aştî, diyalog û rêyên çareseriya demokratîk ji bo her kesî çêtir e. Helbet ez ji bo aştiyê bi hêvî me. Ji ber ku aştî her tim tiştekî erênî ye."
‘Ocalan mirovekî aştîxwaz e’
Schmitz anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mirovekî aştîxwaz e û ji bo ku pêvajoya destpêkiriye bigihîje armanca xwe divê gav werin avêtin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Abdullah Ocalan mirovekî aştîxwaz e û her tim parastina aştiyê dike. Kurd dema parastina demokrasiyê dikin, Tirk jî Tirkiyeyeke bêteror dixwazin. Lê li gorî vê yekê gavan navêjin. Li gorî ku ez dibînim, her du alî wekî hev nafikirin. Hevalên min ên Kurd behsa pêvajoya demokrasî û aştiyê dikin. Hineke hevalên min ên Tirk jî bêtir ji aliyê ewlehiyê ve nêzî mijarê dibin. Ez dibînim ku aliyê Kurd bêtir di nav liv û tevgerê de ye û hewl dide. Lê ji bo aştiyeke mayinde, divê her du alî jî piştgiriyê bidin. Ez dibînim ku di nav civaka Tirkiyeyê de di mijara Abdullah Ocalan de nêrînên cuda hene. Ez nizanim dê di vê mijarê de çi bibe. Lê ez difikirim ku gelek mirov aştiyê û çareseriya demokratîk dixwazin. Beşekî mezin ji civaka Kurd jî bawer dike ku Ocalan ji bo mafên kurdan têdikoşe.”
MA







